Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, bernameya piştevaniya darayî ji bo rizgarbûyîyên DAIŞê tê ragehandin

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, bernameya piştevaniya darayî ji bo rizgarbûyîyên DAIŞê tê ragehandina.

02.07.2024, Sal - 10:12

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, bernameya piştevaniya darayî ji bo rizgarbûyîyên DAIŞê tê ragehandin
Nuçe Belav bike

Berî nîvroya îro (Sêşem, 02.07.2024) seet 11:00, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîmên ragehandina bernameya piştevaniya darayî ji bo rizgarbûyîyên destê terorsitên DAIŞê li Hola Seid Ebdula li bajarê Hewlêrê bi rê ve diçin.

Li dû Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê, heta niha sê hezar û 576 Kurdên Êzidî piştî revandina wan ji aliyê teroristên DAIŞê ve hatine rizgarkirin.

Nêzî deh salan bi ser êrîşa çekdarên rêkxistina DAIŞê ya li ser qezaya Şingalê û jenosîdkirina Êzidiyan re derbaz dibin, ku yek ji karesatên herî mezin ên êrîşên teroristî li ser xelkê sivîl e, ku bi sedan hezar kes aware kirin û bi hezaran kes jî hatin kuştin û winda bûn.

Çekdarên DAIŞê li roja 03.08.2014ê êrîş kir ser qezaya Şingalê. Hejmara şêniyên wê qezayê berî wê êrîşê nêzî 500 hezar kesan bû. Piştî wê êrîşa DAIŞê, nêzî 250 hezar kesan aware bûn û piraniya wan Êzidî bûn. ji wê hejmarê jî, 50 hezar kesan penaya xwe bir ber çiyayê Şingalê û xwe li wê derê asê kir da ku ji gefên teroristên DAIŞê rizgar bibin.

Piştî azadkirina Şingalê ji destê DAIŞê, heta Gulana îsal, ji ber nebûna ewlehî û xizmetkariyan û jîn û jiyarê, nêzî 183 awareyên Şingalê venegeriyane ser mal û halên xwe.

Ji ber wê êrîşa DAIŞê ya li ser qezaya Şingalê, nêzî sê hezar kesan hatin kuştin û şeş hezar jin û zarokên Êzidî jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:36:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x