Ji niha ve deh hezaran kes berê xwe dane stadyûmê û dest bi ahengê kirine. Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî li gel Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn dê beşdarî karnavalê bibin. Biryar e Mesûd Barzanî gotareke dîrokê pêşkêş bike. Herwiha hunermendê bi nav û deng Zekeriya Ebdullah û çend hunermendên din dê beşdarî karnavalê bibin.
Her wiha Festîval bi beşdariya nêzîkî sed hezar kes destpê kir û her yek ji balyozê berê yê Amerîka li Kosovo Pîter Galbirêt, wezîrê derve yê berê yê Firensa Birnard Kuşnêr, balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zelmay Xelîlzad, Kosret Resûl û Selaheddîn Mihemed Behaddîn di festival de amade ne.