Bi roketan êrîşî xala kontrolê ya Pêşmerge kirin

Di êrîşa bombeyî ya li dijî nuqteya hêzên pêşmergeyan a li nêzî gundê Sargale ya navçeya Amediyê de kesek birîndar bû.

10.07.2024, Çar - 10:06 [ Güncellenme: 10.07.2024, Çar - 10:07 ]

Bi roketan êrîşî xala kontrolê ya Pêşmerge kirin
Nuçe Belav bike
Li sînorê navçeya Amêdiyê li nêzî gundê Sargale yê di navbera zincîre çiyayên Gara û Matînayê de nuqteya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge hat bombebarankirin.
Şahidekî li ser sînor got ku di dema bomberdûmanê de kesek li nuqteya kontrolê birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku kesê birîndar şofêrê vîncê ye û li cihê bûyerê dixebitî û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên Pêşmerge ji bo rêgirtina li hatina leşkerên Tirkiyê li navçeyên Amediyê gelek xalên kontrolê yên leşkerî ava kirin.

Li gorî rapora Tîmên Aştîxwaz ên Civakî (CPT) ku saziya mafên mirovan û çavdêriya şer û pevçûnan e ku navenda wê DYA ye, "Ji destpêka operasyona nû ve Tirkiyeyê 238 Bombebaran û êrîşên li ser xaka Herêma Kurdistanê." Zêdetirî 20 hezar zevî ji zeviyên çandiniyê û daristanan hatin şewitandin Li gundê Sargale hatin şewitandin."

" Operasyonên berdewam ên Tirkiyê bûne sedema valakirina 162 gundên Herêma Kurdistanê û zêdetirî 602 gund di bin metirsiya valakirinê de ne. got.

westganews
Vî nûçeyê tevayî: 524 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:52:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x