Bi sedema çar bombeyên kîmyayî çed gundên Kurdistanê vê bêne çolkirin

Bomb yê serdema rêjîma sedam in û neteqiyane

17.02.2017, Cum - 13:05

Bi sedema çar bombeyên kîmyayî çed gundên Kurdistanê vê bêne çolkirin
Nuçe Belav bike

Parlementerekî Kurdistanê eşker dike ku li gel şarezayekî teqandina bombeyan, serdana gundê Nûlçikeyê ya Dukanê kirine ku çend bombeyên Kîmyayî yên serdema rejîma Sedam tê de ne û neteqiyane piştî lêkolînan, wî şarezayê bombeyan, gotiye ku vê bombeyan biteqîne.

Parlementerê Kurdistanê, Şiwan Qeledizî di daxuyaniyekê de ji bo BasNewsê ragenad ku:”Piştî vê yekê ku di çend rojên borî de serdana gundê Nûlçkeyê nahyeya Bingirda ser bi Dukanê kirine ji bo wan diyar bûye ku çend bombeyên neteqiyayî di nêzîkî debistana gund de hene û metiriyê li ser xelkê wî gundî dikin me jî ev mijar gehandiye aliyên peywendîdar.”

Di berdewamiyê de got ku:”Ji bo vê yekê bi hemahengiya li gel şarezayê navnetewî di babetên teqemenî û çekên Kîmyayê bi navê Bob û rêveberiya çalakiyên rêxistana MAG di Kerkûkê û Silêmaniyê de serdana wê şûnê kirine.”

Eşkere jî kir ku di lêkolînên destpêkê de, wî şarezayê teqandina bombeyan ji bo wan gotiye ku ew bombene Kîmyayîn û vê hewleke ciddî bidin ji bo bêbandorkirinê wan lê belê divê raporteke temam li ser vê yekê amade bikin û peywendiyê bi hemû aliyên peywendîdar yên Kurdistanê û Iraqê de bikin ji bo ku di dema herî kin de vê bêbandor bikin ji ber ku metirsîdare.”

Herwiha got ku:”Divê roja ku bombe têne teqandin gundên dorûbera Nûlçikê heta Merge û Bingerdê çol bikin û welatî cilên taybet li xwe bikin lê belê eger reşe ba hebe divê tedbîrên din ji bo çolkirina deverê bê girtin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1638 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:22:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x