Civata Wezîran: Em spasiya PKKê dikin lê êdî divê derkeve

Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de spasiya PKKê kir, ku di demên pêwîst de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye lê belê tekezî li ser derketina wan ji Şingalê dike û dibêje: “Niha divê vegerin û ji Şingalê derkevin, çimku mana wan dibe sedema çêbûna pirsgirêk û aloziyan”.

16.03.2017, Per - 19:14

Civata Wezîran: Em spasiya PKKê dikin lê êdî divê derkeve
Nuçe Belav bike

Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pênşemî 16ê Adsra 2017ê di bin serpireştiya Serokwezîrê Herêma Kuridstanê Nêçîrvan Barzanî de civiya.

Li gorî daxuyaniya Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna îro ya Encumena Wezîran de behsa rewşa Şingalê û hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wê deverê hat kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di vê civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa serdana dawî ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Herêma Kurdistanê û civîna wî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiriye, ku têde “Ebadî pesna hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê kiriye, herwiha tekezî li ser wê jî kiriye ku Hikûmeta Iraqê li gel mana PKKê li Şingalê nîne û nabe li wê derê bimînin, çimku mana wan dibe sedema çêbûna alozî û pirsgirêkan li wê deverê”.

Encumena Wezîran herwiha dibêje, “mana PKKê li Şingalê dibe sedema arîşe û aloziyan”.

Piştî kontrolkirina Şingalê di sala 2015ê de, hebûna hêzên çekdar ên PKKê li Şingalê di navbera wê partiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû arîşeyek mezin.

Roja 3ê Adarê jî di dema derbasbûna hêzeke Leşkerê Roj bo Komelgeha Xanesor a ser bi bajarokê Sinûnê ya girêdayî navçeya Şingalê, di navbera pêşmergeyên Leşkerê Roj û hêzeke girêdayî PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket û di encamê de çend kuştî û birîndar çêbûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî heta niha çend caran daxwaz ji PKKê kirine, ku Şingalê vala bikin û derkevin, lê belê heta niha PKK wê yekê red dike û bersivek erênî nedaye wê daxwaza Herêma Kurdistanê.

Ji ber ankokiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PKKê jî rewşa deverên roj bi roj alzotir dibe û ji ber derketina şer û pevçûnan tirs ketiye nav xelkê herêmê.

Berdewamiya mana PKKê li Şingalê di demekê de ye, ku Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî, Mîrê Kurdên Êzidî Şêx Tehsîn Beg û Encumena Bilind a Navenda Laliş û çend sazî û parlamenterên Kurdên Êzidî daxwaz ji PKKê kirine, ku ji deverên wan û bi taybet ji Şingalê derkeve û rê bide, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê proseya avedaniyê li herêmê dest pê bike, daku xelkê awarebûyî vegerin ser mal û warên xwe.

Herwiha berpirsên Iraqê û ji wan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê jî daxwaz kirine, ku PKK ji Şingalê derkeve û dane xuyakirin, ku li Şingalê I cihek bo PKKê nîne.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:47:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x