CPT: Tirkiyeyê par hezar û 500 carî Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye

Endamê CPTyê yê koma Îraq û Herêma Kurdistanê diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê sala 2023yan hezar û 548 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

09.01.2024, Sal - 18:38

CPT: Tirkiyeyê par hezar û 500 carî Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye
Nuçe Belav bike

Di encama bombebaranê de 11 sivîl hatine kuştin û 13 sivîl jî birîndar bûne.

Berpirsê Yekîneya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê yê Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakî ya ku navenda wê li Amerîkayê ye (Community Peacemaker Teams-CPT) Kamiran Usman ji Rûdawê re axivî.

Usman bal kişand li ser êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê û got:

“Sala 2023yan, artêşa Tirkiyeyê hezar û 548 caran Herêma Kurdistanê û Nînova (Mûsil) bombebaran kirine.”

Osman diyar kir ku ji van bombebaranan hezar û 159 bi balafirên şer, 228 bi balafirên bêmirov, 114 bi topên bejahiyê û 2 jî bi mayînan hatine kirin.

Berpirsê Yekîneya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê yê CPTyê Kamiran Usman ev agahî parve kirin:

“Parêzgeha Hewlêrê 475 caran, parêzgeha Dihokê 517 caran, parêzgeha Silêmaniyê û parêzgeha Nînovayê 36 caran hatine bombebarankirin.”

Li gorî daxuyaniya Osman di van bombardûmanan de 11 sivîlan canê xwe ji dest daye û 13 sivîl jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yê Herêma Kurdistanê li dijî PKKyê operasyona bejahî û hewayî ya bi navê “Pençe Kîlît”ê dabû destpêkirin.

Tirkiye û PKKyê li ser operesyonan daxuyaniyên cuda parve kirin.

Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di operasyonan de heta niha 840 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye û 120 leşkerên Tirkiyeyê jî hatine kuştin.

Li gorî amarên ku PKKyê parve kirine, di operasyonan de heta niha 3 hezar leşker hatine kuştin û 400 gerîlayî canê xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:19:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x