CPTyê hejmara welatiyên ku ji ber êrişên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye eşkere kir

Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand ku ji destpêka îsal ve ji ber êrişên Tirkiye û Îranê yên li Başûrê Kurdistanê 22 sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.

19.10.2023, Per - 09:18

CPTyê hejmara welatiyên ku ji ber êrişên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye eşkere kir
Nuçe Belav bike

Endamê Tîma Kurdistan-Îraqê yê rêxistina Amerîkî Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman li ser êrişên Tirkiye û Îranê yên li Başûrê Kurdistanê ji ajansa Rûdawê re axivî.

Kameran Usman got “Di encama bombebaran û operasyonên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji destpêka îsal ve heta niha 10 welatiyên sivîl şehîd ketine û 12 welatiyên din jî birîndar bûne.

6 ji van welatiyan di êrişên dronan de şehîd ketine

3 ji wan di encama bombebarana balafirên şer de û welatiyek jî di encama teqîna mayinekê de li nêzîkî baregeha leşkerî şehîd ketine.”

Têkildarî birîndaran Kamaran Usman wiha got: “Di encama gulebarana rasterast a leşkerên Tirk de 2 sivîl birîndar bûn.

9 kes bi dronan û yek jî ji ber teqîna mayinê birîndar bûn.”

Endamê CPTyê Usman li ser kuştin û birîndarkirina hevwelatiyan wiha axivî:

“3 hevwelatî dema giyayên biharê berhev dikirin, 6 kes di otomobîlan de yek li malê şehîd ketin.

2 kes dema pez û dewar diçêrandin, 5 kes di otomobîlan de, 3 kes li kampa penaberan a Mexmûrê, hevwelatiyek dema gihayên biharê berhev dikir û yek jî di mal de birîndar bûn.”

Li gorî Tîma CPT ya Kurdistan-Iraqê, hejmara sivîlên ku li Herêma Kurdistana ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne wiha ye:

- Duhok 4 kuştî û 2 birîndar

- Hewlêr 1 kuştî û 8 birîndar

- Silêmanî 5 kuştî û 2 birîndar

Doh otomobîleke taybet li pişt Çiyayê Heybet Sultanê yê qezaya Koyeyê ya Hewlêrê ji aliyê dronekê ve hatibû bombebarankirin.

Di encama bombebaranê de kesekî canê xwe ji dest da 3 kes jî birîndar bûbûn.

Endamê CPTyê Kameran Usman li ser vê bûyerê jî wiha got:

“Otomobîla ku roja Sêşemê li nêzîkî Çiyayê Heybet Sultanê ji aliyê dronekê ve hatibû armanckirin, çar kes tê de bûn.

Kesekî bi navê Dilovan Işlik ê ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

3 kes jî birîndar bûn ku birîna yek ji wan giran e.

Kuştî û 3 birîndar jî xelkê kampa Mexmûrê ne û ji heman malbatê ne.

Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê yên navçeyê, ti çek di wê otomobîlê de tinebûye.”

Li gorî CPTyê ji Tebaxa 2015an heta niha di êrîşên dewleta Tirk de 149 kesan canê xwe ji dest daye û 227 kes jî birîndar bûne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x