Dadgeha Federal cîbicîkirina xala taybet bi hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê rawestand

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryarek di berjewendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de da. Li gorî fermanê, cîbicîkirina xala dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî demkî hat rawestandin.

07.05.2024, Sal - 15:39

Dadgeha Federal cîbicîkirina xala taybet bi hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê rawestand
Nuçe Belav bike

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro 7ê Gulanê di bersiva giliya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, biryareke “welayî” derxist, ji bo rawestandina cibicîkirina xala duyem a madeya duyem ji sîstema tomarkirin û pesendkirina lîsteyên kandîdên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ku tê de hatiye:

(Palamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyan pêk tê û li ser van herêmên hilbijartinê tê dabeşkirin: Parêzgeha Hewlêrê 34, Silêmaniyê 38 kursî, Dihok 25 kursî û Helebce 3 kursî)

Dadgeha Federalî got, heta dema ku gilî yekalî dibe, cibicîkirina xala duyem berdewam dibe, ev jî bi armanca dûrketina ji encamên cîbicîkirina wê de, ku dê di pêşerojê de çareserkirina wan dijwar be.

Biryar bû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata 2024an de bihatine kirin, lê Dadgeha Federalî li roja 21.02.2024, biryar li ser skalaya ji aliyê YNKê ve dabû, li gorî wê biryarê jî 11 kursiyên kuta yên ji bo pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê hat hilweşandin û hejmara kursiyan ji 111 bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Polîtburoya PDKê jî roja 18ê Adara borî li ser biryara Dadgeha Federal di daxuyaniyekê de ragihand, ew ji bo berjewenda gel û niştîmanê xwe neçe bin barê pejirandina biryareke nedestûrî û sîstemeke sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û û tevlî hilbijartinekê nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeke sepandî bê kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:24:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x