Dan û standinên Bexda-Hewlêrê: Pêşî petrol, paşê mûçe

Di dan û standinên navbera Hewlêr û Bexdayê de, li ser hinartina petrolê "bipêşketin çêbûye", cudahî li ser qasê wê petrola ku tê radestkirin e.

30.06.2025, Pts - 11:19

Dan û standinên Bexda-Hewlêrê: Pêşî petrol, paşê mûçe
Nuçe Belav bike

Di dan û standinên navbera Hewlêr û Bexdayê de, li ser hinartina petrolê "bipêşketin çêbûye", cudahî li ser qasê wê petrola ku tê radestkirin e.

Bexda daxwaza 400 hezar bermîlan dike û Herêma Kurdistanê pêşniyara 280 hezarî kiriye. Şandina mûçeyan bi rêkeftina li ser pirsa petrolê ve hatiye girêdan.

Duh şandeyeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Samanên Siruştî Kemal Mihemed li Bexdayê li gel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal civiya.

"Di pirsa petrolê de bipêşketin çêbûye"

Çavkaniyeke berpirs a Bexdayê li ser dan û standinan ji ajansa Rûdawê re got:

"Ew civîn di rewşeke erênî de hatin kirin, astengiyên berê yên di navbera wan de şikandin, di pirsa petrolê de bipêşketin çêbûye."

Ji 25ê Adara 2023yan ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Îsal yasaya bûdceya giştî hate sererastkirin û ji 17ê Sibatê ve kete warê cîbicîkirinê da ku astengiyên li pêşiya ji nû ve destpêkirina wê hinardeyê werin çareserkirin.

Şandeyeke teknîkî ya Îraqê di 26ê Hezîranê de serdana Herêma Kurdistanê kiribû ji bo gotûbêjkirina li ser pirsa petrolê û radestkirina dahatê.

280 yan 400 hezar bermîl?

Li gorî agahiyên Rûdawê, di gotûbêjên navbera xwe de, Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye ku wekî qonaxa yekem rojane 280 hezar bermîl petrol radestî Kompanyaya Firotina Petrolê ya Iraqê (SOMO) bê kirin û 120 hezar bermîlên din ji bo pêdiviyên navxweyî bên bikaranîn.

Êê Bexdayê daxwaz kiriye ku rojane 400 hezar bermîl petrol bê radestkirin û kompanyaya Îraqî biryarê bide ka çend jê hinarde dike û çawa muameleyê pê re dike ku ev jî cudahiya di navbera wan de ye û niha her du alî li serê gotûbêjan dikin.

Çavkaniyeke berpirs ji kompanyaya SOMOyê ku ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê wî bê eşkerekirin, doh ji Rûdawê re got:

"Heta vê dema ku ez ji we re diaxivim civîn berdewam in, mijar girîng û hestiyar e, ne tenê bi kompanyaya SOMOyê ve girêdayî ye.

Mijareke girêdayî tevahiya Îraqê û Wezareta Petrolê ye û SOMO dê cîbicîkar be."

Li gorî yasaya bûdceya giştî ya Îraqê, divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrolê radest bike da ku para wê ji wê bûdceyê bê şandin.

Du çavkaniyên Rûdawê li Bexda û Hewlêrê tekezî li ser wê yekê kir ku rêkeftina li ser pirsa hinardeya petrolê wekî pêngavekê beriya şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye danîn.

"Kompanya du garantiyan dixwazin"

Astengiyeke din li pêşiya pirsa hinardeya petrolê, hêjayiyên darayî yên kompanyayên petrolê û deynên wan ên kom bûne ne.

Çavkaniya Rûdawê ya li Herêma Kurdistanê got, "Kompanya du garantiyan dixwazin.

Ya yekem ew e, ji bo her bermîlekê 16 dolar ji wan re bê dayîn ku di sererastkirina yasaya bûdceyê de hatiye û berdewam jî be.

Ya duyem, deynên wan ên kom bûne ku nêzîkî milyarek dolar e, ji wan re bên dayîn."

Pêşniyara şandina tîman ji bo dahatê hatiye kirin

Roja 28ê Gulana 2025an, Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî, nivîseke arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tê de hatibû ku nikare di şandina pereyan de ji bo Herêma Kurdistanê berdewam be, bi hinceta ku para xwe di yasaya bûdceyê de derbas kiriye û tevahiya dahatê radest nekiriye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di dema gotûbêjên navbera şandeya teknîkî ya Bexdayê de ku 26ê Hezîranê serdana Hewlêrê kiribû, pêşniyara wê yekê hatiye kirin ku çend tîmên wan serdana wan cihan bikin ku li gorî Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavkaniyên dahata federalî ne û divê li gorî yasaya bûdceyê ji sedî 50 jê bê radestkirin, da ku ji qasê dahatê li gumrik û deriyên sînorî, û li rêveberiyên federalî yên ku pasaport, niştecihbûn, nasname û karûbarên medenî li xwe digirin, piştrast bibin.

Yasaya bûdceya giştî ya Iraqê radestkirina dahatê bi rêkarên yasaya rêveberiya darayî ya ku di sala 2019an de Parlamentoya Iraqê pesend kiribû ve girêdaye.

Li gorî madeya 29an a wê yasayê, ji sedî 50 ji dahata rusûmat û bacên federalî ji parêzgehan re tê dayîn, Herêma Kurdistanê jî di nav de, li gorî wê ji sedç 50 ya din ji bo hikûmeta federal dimîne.

Şêwirmendê darayî Hêvîdar Şeban ji Rûdawê re got, "Piştî çendîn civînan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda li ser sê xalan bi vî awayî li hev kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi şandina ji sedî 50 ji dahatên ne-petrolî û yekxistina gumrikan li gel Desteya Gumrikên Îraqê û bikaranîna sîstema ASYCUDA, her wiha di berdêla wê de Hikûmeta Îraqê dê pabend be bi şandina mûçeyên fermanberan."

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 125 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:33:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x