Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, 5 hezar û 741 welatiyên hilgirên nasnameya Tirkiyê li Iraqê, xwedî mafê dengdanê ne û ji wê hejmarê, 3 hezar û 834 kes li Hewlêrê ne.
Îro li parêzgehên Hewlêr, Bexda û Besrayê proseya dengdanê ji bo hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoya Tikriyê birêve diçe û proseya dengdanê 3 roj berdewam e.
5 hezar û 741 welatiyên hilgirên nasnameya Tirkiyê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê xwedî mafê dengdanê ne û ji wê hejmarê, 3 hezar 834 kes li Hewlêrê, 1775 dengder li Bexdayê û 132 dengder jî li Besrayê ne.
Derbarê hejmara sindoqên proseya dengdanê de, li Besrayê 1 sindoq heye û li Bexda 2 sindoq û li Hewlêrê jî sindoqên dengdanê hene.