Desteya Akademiya Kurdî li Stockholmê Barzaniyê Nemir bibîranî

Desteya Akademiya Kurdî li Stockholmê bi daxuyaniyekî nivîskî di salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir de ew bibîranî.

02.03.2024, Cts - 06:37

Desteya Akademiya Kurdî li Stockholmê Barzaniyê Nemir bibîranî
Nuçe Belav bike

Desteya Akademiya Kurdî li Stockholmê bi daxuyaniyekî nivîskî di salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir de ew bibîranî.

Daxuyaniya Desteya Akademiya Kurdî li Stockholmê waha ye:

Desteya Akademiya Kurdî 45emîn salvegera Mela Mistefa BARZANÎ (1903 - 1979) bibîrtîne

Em bi ser navê Akademiya Kurdî li Stockholmê, 45emîn salvegera serokê neteweya Kurd ê efsanewî bibîrtînin. Mela Mistefa -BARZANÎ rêber, serokê efsanewî, pêşengê gelê xwe ye. BARZANÎ damezrênerê ramanekê bû ku bi giranî li ser hemû neteweya Kurd e û ne îdeolojî ye. BARZANÎ heqîqeta ku di kûrahiya neteweya Kurd de dijî, edebî û nemir e. Rastî ji holê ranebû, bi kûrahiya xwe ve heye. Rêbertî pêşveçûnê dixwaze. Rêbertî têkiliyek e, ne helwestek an danûstendinek e. Rêbertî perspektîfek berfireh e. Rêbertî hunereke têkiliyan e. Rêbertî pêşveçûnê dixwaze. Rêbertî têkiliyek û perspektîfek berfireh e. Rêbertî hunereke têkiliyan e.

BARZANÎ zanîna neteweya xwe û avakarê tevgêra Kurd û Kurdistanê bi xwe ye, ew mêrê mêrxas e. Ew sembolê Kurdistanê, ew qehremanê dîroka tekoşîna serxwebûna neteweyê Kurd û zanîna wî ye. BARZANÎ di sala 1903an ji dayîka xwe bûye û di sala 1979ê de çû ser dilovaniya xwe.

Piştî koça dawîn a BARZANÎ êdî wêne, peyv, huner û tabloyên dîrokî dipeyvin. Wêneyên wî, tablo û fotografên dîrokî, bi xwe vejandina miriyan. BARZANÎ nemirina Kurd û Kurdistanê ye. Ewî tovên azadkirina Kurd û Kurdistanê reşandiye, her sal li dûv hev, ew tov (toxim) di nav mêrg, newal, deşt û bestên Kurdistanê de hêşîn dibin, gul û kulîlk vedibin, dibişkifin û dilên keç û xortên Kurd şad dikin. Di jiyana BARZANÎ de gelek caran rojên giran qewimîne, gelek caran bûye reşebayî, bobelîsk, tofan û baran. Di rojên giran de BARZANÎ, ji bo rojên oxirmê giran, ji bo xîret û namûsê, axa Kurdistanê parasite…

Çend pêvajoyên girîng di jiyana Barzanî de hene, ew jî ev in: Beriya sala 1940î û heta sala 1940î. Salên Komara Mihabadê, 1946. Çûna BARZANÎ ya Yekitiya Sovyetê digel pêşmergeyan, Meşa Mezin, 1947. Vegera BARZANÎ ji Sovyetê û lidarxistina şoreşê, 11 Elûna 1961ê. Salên 1970î -1975ê salên girîng in. (Reyalîzm di jiyana BARZANÎ de bilind dibe). Peymana Cezayîrê, 1975ê. 1ê dara sala 1979ê çû ser dilovaniya xwe,giyana wî şad be û cihê wî bihuşt be.

Akademiya Kurdî li Stockholmê

Serokê Akademiya Kurdî

Doktoremend Maruf YILMAZ

Sekreterê Akademiya Kurdî

Nacmaddin KARÎM

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 614 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:22:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x