Balyozê berê yê Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê James Jeffrey tevlî pêleke nûçeyên ajansa K24ê bû û tê de ragehand, “Ez li wê bawerê me ku rewşa Kurdan ber bi baştirbûnê ve ye û me pêşveçûneke erênî dîtiye, lê ez ji ber dawî arêşeyên girêdayî hinardekirina petrolê nîgeran im.” Herwesa got, “Heta radeyekî bi Îraqê re pêşveçûn heye û divê berdewam be.”
James Jeffrey amaje jî da, “Me dawî lihevkirin di navbera Şamê û Kurdan de li bakurê rojhilata Sûriyeyê dît, herwesa me dît ku Serkirdeyê PKKê Ocalan destê xwe ji bo Hikûmeta Tirkiyeyê dirêj kir. Ev hemî pêşveçûnên erênî ne.”
Navbirî tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê yek ji seqamgirtirîn û pêşkeftîtitîn cihên deverê ye û ji aliyê aborî ve gelek serkeftî ye. Hemî alî li Îraqê wê yekê fêm dikin, lewma gelek geştyar serdana wê dikin.”
Balyozê berê yê Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê ron jî kir, “Li beranberî Îraqê, bazirganiyeke zêdetir bi Herêma Kurdistanê re tê kirin. Ji bilî Fransa, Brîtanya, Amerîka û Tirkiyeyê, Herêma Kurdistanê têkeliyên gelek giring ên aborî û diplomasî bi welatên Erebî jî re hene.”