Dexil: Pirsgirêka sereke, hebûna PKKê li Şingalê ye

Parlementera Kurd a Êzidî ya di Parlementoya Iraqê de Viyan Dexîl derbarê aloziyên li navçeya Şingalê derketina şer di navbera hêzên PKK û Pêşmergeyên Roj de nîgeran e û daxwaza bidawîhatina lîstina bi aramî û ewlehiya Şingalê kir.

04.03.2017, Cts - 10:16

Dexil: Pirsgirêka sereke, hebûna PKKê li Şingalê ye
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyekê de, Viyan Dexîl amaje bi jêdera sereke ya pirsgirêkan kir û got, pirsgirêkên Şingalê ji ber hebûna şervanên PKKê li ser xakê ye, Dexîl ew xak jî bi xaka dewleta federal ya Iraqê binav kir.

Ji bo diyarkirina çaranivîsa wê navçê û vegera ser bi Herêma Kurdistanê yan mana di çarçova Iraqê de, madeya 140 ya destûrê jî tevahiya Iraqê yekalî dike.

Viyan Dexîl daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, ku rê nede pirsgirêk li navçê mezin bibe û dibêje: “Baweriya me ya temam bi Serok Mesûd Barzanî û siyaseta wî ya hişmend heye, ku pirsgirêkê hembêz bike û rê nede ku ew krîz belav bibe, berî ku ji dijminên gelê Iraqê û Kurd wê yekê bo berjewendiyên xwe bikar bînin.”

Viyan Dexîl got: “Ew tiştê bûye cihê mixabiniyê ye û bi nîgeraniyê li pêşhatên li Şingalê dibin ji şerê di navbera PKK û Pêşmerge de dinêrim.”

Viyan Dexîl dibêje: “Ew tiştê ku bûye cihê nîgeranî ye û dibe gef li ser aramî û ewlehiya xelkê Şingala birîndar, ku hîn xwîn lê dirije û bi destê tawanbarên DAIŞê dinale, ku bi dirêjehiya sal û nîvekê dijî xelkê wê navçê encam da.”

Di dirêjehiya wê daxuyaniyê de, Viyan Dexîl dibêje: “Dawaz dikim ku henek û lîstin bi aramî û ewlehiya Şingalê neye kirin, daxwaz ji hemû aliyekî dikim bo çareserkirina nakokiyan, hişmendî û guftûgoyê bigirin dest.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:04:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x