Dijî Terora Kurdistanê: Droneke bombebarkirî li nêzikî Balafirgeha Hewlêrê hat xistin

Dijeterora Kurdistanê ragihand ku droneke bombebarkirî li nêzikî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat xistin.

26.01.2024, Cum - 05:57

Dijî Terora Kurdistanê: Droneke bombebarkirî li nêzikî Balafirgeha Hewlêrê hat xistin
Nuçe Belav bike

Dijeterora Kurdistanê da zanîn ku hedefa wê dronê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Balafirgeha Hewlêrê bûn.

Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê 21:07an droneke bombebarkirî ya ku ber bi baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Balafirgeha Hewlêrê diçû hat xistin.

Dijeterora Kurdistanê diyar kir ku dron “ji aliyê milîsên neqanûnî ve hat avêtin.”

Piştî ku şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê de roja 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir, 17ê Çiriya Pêşînê ve grûpa bi navê Berxwedana Îslamî dest bi êrişên xwe yên li ser hêzên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:23:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x