Dijî Terora Kurdistanê li ser ketina dronê daxuyanî da û eşkere kir ku ew drona ku li Kampa Derkarê ketiye droneke “bombebarkirî" bûye.
Dijî Terora Kurdistanê her wiha di daxuyaniya xwe de got: "Li gorî zanyariyên Dijî Terora Kurdistanê, berbanga îro demjimêr 00:30î droneke bombekirî li Kampa Derkarê ya li ser nahiya Derkarê ya girêdayî Zaxoyê ketiye.
Xweşbextane ji bilî ziyana madî, ti ziyana canî çênebûye."
Kurdên Êzidî yên ku sala 2014an ji ber êrişa DAIŞê ji Şingalê koçber bûne li vê kampê dimînin.
"Em nizanin dron ji kû hatiye"
Birêveberê Nahiya Derkarê Cewher Mihemed li ser ketina wê dronê ji ajansa Rûdawê re got:
"Hejmareke zêde ya koçberan hîn jî li vir mane. Dron li dibistana kampê ketiye.
Ziyana canî çênebûye lê agir derketibû û ew hatiye vemirandin.
Em nizanin dron ji kû hatiye. Ev cara yekem e ku kamp û nahiya me tên armanckirin."
Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê ji Birêveberiya Parastina Sivîl a Zaxoyê standine beşeke dibistanê zerer dîtiye û agir jî hatiye vemirandin.