DNOtê petrol li Herêma Kurdistanê dît

Şirketa DNO ASAyê ya Norwêcî ragihand ku wan petroleke nû li zeciya Pêşkabûrê a Herêma Kurdistanê dîtiye.

10.01.2017, Sal - 14:13

DNOtê petrol li Herêma Kurdistanê dît
Nuçe Belav bike

Duh duşemê, şirketê ragihand ku petroleke nû li zeviya Pêşkabûr-2yê dîtiye. Petrol li zeviya navborî sala 2012an hatibû dîtin û piştî wê meha Cotmeha borî bi armanca lêgerîna li petroleke nû, şirketê careke din dest bi lêgerînê kir.

Li gorî agahiyan, ev bîra nû-dît 12 kîlometreyan dûrî zeviya Tawkê ye ku zeviya sereke ya şirketê ye.

Herwiha şirketê di daxuyaniya xwe de wiha dewam kir: Tê payîn ku kolandina berdewam bike heta ku meha Sibatê bigihêje 3500 metreyî.

Ji aliyê din ve, Şirketê diyar kir ku 17.5 milyon dolar dê li testan, kolan û operasyonên temamkirinê de biçin.

H3ejayî gotinê ye ku Şirketa DNO ASAyê zeviya Tawikê bi rê ve dibe û xwediya 55% ji parên wê ye ku Pêşkabûr jî beşek jê ye, Şirketa Genel Energy xwediya 25% jî parên wê ye û Herêma Kurdistanê jî xwediya 20% ji parên wê ye.


Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1388 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:50:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x