Dr. Şaxewan Abdullah biryara Rakan Cibûrî ya ji kar avêtina 47 karmendên kurd betal kir
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah biryara parêzgarê Kerkûkê yê desteserkirî Rakan Seîd ya ji kar dûrxistina 47 karmendên kurd ji şaredariyê betal kir.
Piştî ku roja 2.3.2023ê parêzgarê desteserkirî yê Kerkûkê Rakan Seîd bi nameya jimare (5506) hewl da 47 karmendên kurd ji karûbarê şaredariya Kerkûkê ji kar dûr bixe û dawî li karê wan bîne. Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah di nameyekê de ji Wezareta Avakirinê ya hikûmeta federal re ferman da ku xizmeta xwe berdewam bike.
Bi vî awayî, bi biryara Cîgirê Serokê Parlamentoyê, ew 47 karmendên kurd li cihê xwe dimînin û xizmeta welatiyên Kerkûkê dikin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 537 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:51:02