Ebdurehman Kurt: Serxwebûna Kurdistanê ji bo hemû kurdan giring e

Endamê Encûmena Rêveberiya AK Partiyê Ebdurehman Kurt dibêje, ew serxwebûna Başûrê Kurdistanê girîng dibînin. Derbarê PKKê de jî got, tiştê PKKê bi şerê pêncî salî nekarî bidest bixe, me bi rêyên demokratîk ji kurdan pêk aniye.

04.05.2023, Per - 09:20

Ebdurehman Kurt: Serxwebûna Kurdistanê ji bo hemû kurdan giring e
Nuçe Belav bike

Parlamenterê berê û endamê Encûmena Rêveberiya AK Partiyê Ebdurehman Kurt di dema beşdariya de bultena Kurdistan24 de da xuyakirin, ew serxwebûna Başûrê Kurdistanê girîng dibînin, lê vê yekê ji b hemû perçeyan nabe.

Ebdurehman Kurt got: “Ji bo fermîkirina hebûna hemû kurdan di asta navdewletî de, damezrandina Kurdistana serbixwe ya îraqê, ez girîng dibînim. Di asta navdewletî de fermîbûneke wiha ji bo bicîhbûna hestên neteweyî yên kurdan girîng e. Ji bo ku kurd xwe bi miletên din yên cîhanê re wekhev bibînin û di gelek waran de ji pêwîstiyeke wiha heye ku kurd dê şanazîyê pê bikin. Lê ji ber cudabûna rewşa civakî û kulturî, ev yek ji bo hemû parçeyan nabe.”

Ebdurreham Kurt dibêje jî, tiştê PKKê bi şerê pêncî salî nekarî bidest bixe, di dema AK Partiyê de û bi riyên demokratîk ji bo Kurdan hatine bicîhkirin.

Ebdurreham Kurt da xuyakirin jî, “Berê pirsa sereke ya kurdan li Tirkiyeyê, pirsa qebûlkirina hebûnê bû. hebûna Kurdan nedihat qebûlkirin, bi AK Partiyê re pirsa hebûna Kurdan nemaye, pirsa wekheviya wan destpê kiriye. Divê êdî em li ser qonaxên wekheviyê biaxivin. Ev jî bi siyaseta sivîl dibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:11:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x