Elî Ewnî: PKK îstifadeya xelet ji wê gotina Barzanî dike

Ewnî: PKK bû sebeba wê ku hêzên Tirkiyê derbasî Başûr bibin

27.12.2016, Sal - 07:12

Elî Ewnî: PKK îstifadeya xelet ji wê gotina Barzanî dike
Nuçe Belav bike

Endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî, şeva borî tevlî bernameya “Basî Roj” ya televîzyona K24 bû û derheqê hebûna PKKê li Şingalê û Kurdistana Başûr de daxuyanî da.

Elî Ewnî diyar kir ku hebûna PKKê li Başûr û Şingalê zirarê dide Kurdistanê û got, ji ber wê jî divê PKK vegere Kurdistna Bakûr û li wir şer û xebata xwe bike.

Ewnî derheqê hebûna hêzên Tirkiyê li Başûr de jî got, eger îro hêzên Tirkiyê li Başûr hene ji ber xatirê siyaseta xelet ya PKKê ye. Em bi qasî ku ji hebûna hêzên PKKê li vir nerazî ne ewqasî jî ji hebûna hêzên Tirk li vir nerazî ne.

Wî berpirsê PDKê amaje bi gotina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya “êdî nabe kurd şerê kurd bike” jî kir û got, PKK îstifadeya xelet ji gotina Serok Barzanî dike û xwe li pişt vê yekê vedişêre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1950 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:33:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x