Elî Ewnî: Hin alî astengiyan ji bo hilbijartinên Parlamentoyê dirust dikin

Berpirsê Liqê Yekem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, Serok Barzanî ronahî xiste ser rewşa PDKê û biryarên 14. Kongreya PDKê û herwiha ji nêzîk ve guhdariya daxwazên xelkê vê devera Badînanê. Derbarê hilbijartinan de jî got: “Hin alî astengiyan ji bo hilbijartinên Parlamentoyê dirust dikin.”

20.08.2023, Paz - 11:42

Elî Ewnî: Hin alî astengiyan ji bo hilbijartinên Parlamentoyê dirust dikin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Liqê Yekem ê PDKê Elî Ewnî ji ajansa K24ê re got: “Serdana Serok Barzanî bo devera Badînan, Duhok, Zaxo, Amêdî û Akrê ji bo guhdarîkirina nêrîna xelkê deverê û çînên cuda bû. Di heman demê de Serok Barzanî hertim dibêje: “Ez dixwazim kêm biaxivim û zêdetir guhdariya we bikim, ev jî di çarçoveya girîngîpêdana Serok Barzanî bi nêrîna welatiyan de ye.”

Elî Ewnî got jî: “Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa PDKê û biryarên Kongreya 14 ya PDKê û ji nêzîk ve guhdariya daxwazên gelê deverê kir.”

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, Berpirsê Liqê Yekem ê PDKê got jî: “Hin aliyên siyasî yên Kurdistanî astengiyan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê derdixin û dibêjin, ew ji bo hilbijartinan amade ne, lê dema ku mijar dibe rastî, hemû xwe ji lidarxistina hilbijartinan vedidizin.”

Herwiha got jî: “PDK ji bo hilbijartinên Parlamentoyê amade ye, ji ber ku PDK dixwaze bi rêya hilbijartinan rewabûna saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nû bike. Ev jî erkek e ku divê em li hember welatiyên xwe pêk bînin.”

Ev daxuyaniya Elî Ewnî piştî wê hat, duhî 19.08.2023an danê êvarê Serok Barzanî ligel rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li devera Badînanê civiya.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:27:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x