Em li Iraqê modela Çekoslovakyayê pêşniyar dikin

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokratîk a Kurdistanê Elî Ewnî eşkere kir ku wan bi zelalî mijara serxwebûnê bi Iraqê re nîqaş kiriye, komîteyeke hevbeş ava kiriye ji bo çareserkirina vê meseleyê û modela Çekoslovakyayê pêşniyar kir û wiha got: “Bila em bikarin wek du neteweyên mîna yên Çekslovakyayê bijîn û bê şer û kêşe serxwebûna xwe ragihînin.

13.01.2017, Cum - 15:43

Em li Iraqê modela Çekoslovakyayê pêşniyar dikin
Nuçe Belav bike

Duh Civîna li Hewlêrê ya di navbera Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) de bi dawî bû û her du aliyan di encama civînê de belavokeke hevpar îmze kir û tê de ragihand ku wan komîteyeke hevbeş ji bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê gotûbêj bikin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokratîk a Kurdistanê Elî Ewnî derbarê mijara serxwebûna Kurdistanê û bertekên Iraq û dewletên herêmî û dewletên mezin ji bo vê mijarê ji Spûtnîkê re axivî û û modela Çekoslovakyayê wek şêwazeke çareseriyê bo cudabûna Kurdistan û Iraqê.

Ewnî teqez kir ku mafê serxwebûnê wek çawa ji hemû gelên cîhanê re mafekî rewa ye, ji gelê Kurdistanê re jî mafekî rewa ye û wiha got: Mafê serxwebûnê mafekî wiha ye ku Xwedê daye. lê ji aliyê çar welatên dagirker û sê neteweyên serdest hatiye binpêkirin. Ev mafê kurdan ji aliyê faris, tirk û ereban ve hatiye stendin. Tirkiye, Iraq û Sûriye wek dagirker, hatine welatê me dagir kiriye û em ji mafê serxwebûnê bêpar kirine. Di demekê de ku 7-8 welatên tirk hene, 2-3 welatên farisan hene û bêtirî 20 welatên ereban hene. Diviyabû ku di nava vê herêmê û vê dinyayê cihek ji bo kurdan hebûya. Şermezariyeke mezin e ji bo cîhanê û mirovatiyê ku ji bo 40 milyonî ji maf û heqê xwe bêpar bimînin.

Herwiha rayedarê kurdistanî diyar dike ew ê eşkere dixwazin Iraqê dabeş bikin û mafê xwe yê serxwebûnê bi dest bixin û wiha pê de diçe: Ji roja kurd hene, têkoşîna kurdan heye ji bo serxwebûnê û ji bo bidestxistina mafên xwe. Berê jî dagirkerên Kurdistanê, kesên behsa serxwebûna Kurdistanê dikir, wek xayin û veqetînxwaz bi nav dikirin. Jixwe karê min perçekirin e. Karê min çêkirina dewletekê ye. Ev mafê gelê Kurdistanê ye. Vê carê li nava dewleta Iraqê rewşek hatiye pêş. Me li gel hikûmeta navendî ya Iraqê nîqaş kiriye ku em bikarin wek du neteweyên mîna yên Çekslovakyayê bi awayekî pêşketî û şaristanî bijîn û bê şer û kêşe em serxwebûna xwe ragihînin."

Ewnî diyar dike ku serxwebûna Kurdistanê dê berjewndiya gelê Iraqê bi xwe de be jî û eşkere kir ku herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê komîteyeke hevbeş ji bo mijara serxwebûnê damezirandiye û wiha got: Wê carê Serok Barzanî li gel Ebadî û karbidestên siyasî yên li Bexdayê ev mijar bi zelalî vekiriye. Berê gava behsa vê pirsê dibû, dîn û har dibûn lê ev cara yekê ye ku êdî ew jî dibêjin, belê, em fêm dikin û bi rastî jî mebesta min ji serxwebûna Kurdistanê ew e ku êdî iraqî jî rehet bibin û vehesin û herwiha kurdistanî jî vehesin. Ew şer û kêşeyên ku 80 sal in, hikûmeta iraqî hemû derfetên xwe bi kar anîn ta ku me qir bike lê em qir nebûn û li gel wê xortên me hatin kuştin, malên me wêran bûn. Ew jî bi paş de man. Eger şer nebûya,dibû Iraq biba dewletek di asta Swîsra û Swêd û Finlendayê de. Wê dê alîkariya xwe bikira û welatê xwe ava bikira. Hemû derfetên xwe yên aborî bi kar anîn û xort û lawên xwe jî dan kuştin ta ku pirsa kurdî ji nav bibe. Me jî got, niyeta me ne şer e û provoke bikin lê niyeta me ew e ku em vê kêşeyê bêdeng bikin û nehêlin. Wan jî qebûl kir ku em komîteyeke taybet damezirînin ku ji herdû aliyan pêk were anku ji ereb û kurdan pêk were.

Ji aliyê din ve, Ewnî diyar kir ku piştî bidawîbûna operasyona rizgarkirina Mûsilê, ew ê bi awayekî cidîtir li ser mijara serxwebûnê Kurdistanê rawestin, ji ber ew dixwazin ku bi razîbûna Iraqê serxwebûnê ragihînin ta ku dewletên cîran ên wek Îran, Tirkiye û Iraq û Sûriyeyê nikaribin li dijî wê derkevin û wiha got: Hikûmeta Iraqê dê piştî şerê Mûsilê dê bi awayekî cidîtir li ser bisekinin, niha jî komîte li ser wê nîqaşê dikin. Piştî şerê Mûsilê em ê cidîtir nîqaşa wê bikin. Eger hikûmeta Iraqê hat ber barê wê û qanî bû, em dê bê şer û bê kêşe lê bi razîbûna wan serxwebûna xwe ragihînin. Ew rêyeke gelekî baş e, ji ber ne tirk ne faris û ne jî erebên Sûriyeyê, dê bikarin ti tiştî bibêjin û bibêjin, çima hûn vê dikin. Em du milet in. Me biryar da, em ji hev cuda bibin. Kurdistan û erebistana Iraqê û bela xwe jê vekin.

Herwiha Ewnî diyar dike ku Iraq li dijî daxwaza wan a serxwebûnê derkeve, ew ê referandûmê çêkin û ew ê encamên referandûmê bibin hemû sazî û rêxistinên navdewletî û wiha dibêje: Eger bibêje na, dîsa piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê, em cidî ne ku referandûmê li dar xin û encamên referandûmê, em ê bibin YEyê û NYyê û dadgeha Lahayê û em ê li her derê bibêjin, ha va ye miletê me daxwaza serxwebûnê dike lê dagirker nahêlin em serxwebûna xwe ragihînin.

Rayedarê kurd balê dikîşîne ser wê yekê ku tenê serxwebûn çareya kêşeyên kurdan e li her çar welatên lê dijîn û derbarê têkiliya kurdan û welatên lê dijîn de wiha diaxive: Bê şik Kurdistan di vê sedsala borî de, mîna çêlekekê bû ku tirkan, ereban û fairsan ew dotiye. Xêr û berên wê dizîne. Gava me daxwaz jî kiriye, em qir kirine, em bişaftine, em surgin kirine û em zindan kirine, em sêdare dane. Ji bo wan nexweş e ku miletekî di bin destên wan de ye û koleyê wan bûye û ji welatiyê ji pileya duduyan û sisiyan bûye, bibe wek wan, wek tirkan, ereban û fairsan bibe seriyek ji seriyan. Gumana me jê tine ku tirk, ereb û faris hemû dê dijî serxwebûna Kurdistanê bin. Ne bi dilê her çar dewletan be ku Kurdistan serbixwe bibe û em wiha bawer dikin ku ew ê kêşeyan derxînin lê eger em bikarin hikûmeta Iraqê qanî bikin, wê çaxê mafê dewletê din dê tine be ku nepejirînin. Lê dîsa jî divê gelê kurd xebat û têkoşîna xwe bidomîne. Jixwe çavê me lê nebûye ku dagirker bi çavên rehmê li me mêze bike. Karesat û belayên van her çar welatan anîn serê me ne hindik in. Ew ên li Helebce û enfalê çêbûn li Şingal, li Dêrsim û gelê Zîlan çêbûye. Nedayîna nasnameyê bo gelê me yê Rojavayê, li Iraqê wek me got, ew hemû qirkirin. Vê gavê jî rojane, di zindanên Îranê de kurd tê sêdarekirin. Herwiha roj tine ku Îran kolberan nekuje û bi zanebûn û bername esrar û madeyên hişber di nav xelkê de belav neke. Şekandina viyan û îradeya gelê kurd li van welatan hîn jî berdewam dike. Feqîr-hiştin û nexwendehiştin û hemû tiştên wiha dewam dikin. Ji bilî serxwebûn ti rê nemaye."

Ewnî teqez dike ku wan meseleya serxwebûnê ji hemû dewletên mezin re eşkere kiriye ku Rûsya jî tê de ye û dibêje ku mesele meseleya berjewndiyan e û wiha pê de diçe:Em li gel Amerîkayê û li gel Ewropa û herwiha li gel Rûsyayê jî li ser vê meseleyê axivîne. Em li gel welatên cîran jî, li gel Iraq û Tirkiyeyê jî, me bi zelalî ev nîqaş kiriye. Alîkariya me dikin yan alîkariya me nakin. Dinya dinyaya berjewndiyan e. Anku Ewropa û Amerîka, hemû li berjewndiyên xwe digerin. Eger berjewndiya wan di piştgiriya me de be, ew ê bikin, nebe jixwe nakin. Çavê me jî lê nîn e ku hema ew werin û qumarê li ser me bikin. Lê karê me ye ku em rêya xwe vekin. Em siyasetê wiha çêkin ku dinya piştevaniya me bike. Ev dem demeke gelekî guncav e. Êdî dem dema ragihandina serxwebûnê ye. Niha pêşmerge bûye nîşanek. Gelê Kurdistanê bûye nimûneyek bo gelên Rojhilata navîn li gel ku em di bin ambragoya Iraqê de ne û şerê DAIŞê dikin lê dîsa jî me rêya xwe vekiriye û şer dikin."

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 893 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:12:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x