Etyen Mahcupyan di gotara xwe ya di Kararê diyar dike ku, ji ber zext û fişarên Tirkiyeyê hem beşdarbûna referandûma serxwebûnê ya li Herêma Kurdistanê û hem jî rêjeya dengên belê sedî 30 jê zêde bû.
Mahçûpya dibêje ku, "Ew gelê ku katalan û Başûrê Kurdistanê de dijîn netewperestiya wan ji bilî nasnamê xwedî derketina têkoşîna teqezkirina şexsiyetê ye. ev bûyer sirf dayxînin avakirina dewletyê şaşîtiyek mezin çêdibe."
Herwiha Mahcupyan teqez dike ku, ev fişarên Tirkiyeyê rasterast kurdan, nasnameya kurdan û kesayeta kurdan dike hedef ji xwe re. Dîsa Mahcupyan dibêje ku, Tirkiye vê helwesta xwe ya bêperva didomîne, "Rast e, mimkûn e wane bêne girtin, deriyên sînorî bêne girtin, dîsa mimkûn e ku kurd bênan û bêav bêne hiştin lê di dawiyê de dê dev ji vê yekê berdin? Na. Tam dijberî wê yekê, dê di nava kurdan de meyildariyê netewî zêde bibe. Dê di navbera kurdan de cudahiyên siyasî û mezhebî bêwate bibin. Taliyê dê li herêmê dewleteke kurdan ava bibe. Dê li beramberî Tirkiyeyê dewleteke kurdan ava bibe, hetta ev yek dê bi saya serê Tirkiyeyê pêk were.