Ezîz Weysî: karê herî baş ji bo PKKê ji Şingalê derketine

Fermandarê pêşmergên zêrevanîyê ragîhand; ya baş ewe PKKê ji bajarê Şingalê derkeve.

05.03.2017, Paz - 11:09

Ezîz Weysî: karê herî baş ji bo PKKê ji Şingalê derketine
Nuçe Belav bike

Ezîz Weysî, fermandarê pêşmergeyê zêrevanîyê îro di beyanekê da dîyar kirîye, Partîya Karkerên Kurdistanê mifa ji karesata Şingalê wergirtîye û niha jî ya herî baş ewe PKKê bi lez ji Şingalê û herêma Kurdistanê derkeve.

Mixabin bo ew rûdana li roja 2 / 3 / 2017 li Xanesorê hatiye encamdan, li her aliyekî xisaretî û baca wê Kurd didin. Em gelek xembar in ku PKK vê leyistikê dike û hîç destkeftek bo Kurdan jê nayêt ji bilî malxrabûn û wêrankirinê. PKK bi vî karê xwe ne bes nabe xwedî destkeftek, lê roj bo rojê marjînal jî dibe. Hizra PKKê ev e ku dikare sûd ji karesata Şingal wergire ya ku bi destê DAEŞ ên hov hatiye kirin.

Cêwazî li hebûna PKKê li Başûr, Rojava, Rojhelata Kurdistanê li gel Pêşmergeyên Rojava ew e: PKK li pey valatiyên siyasî û askerî li parçên din yên Kurdistanê bi merema destdanîna wan parçeyan da ku belansekê di navbera şikestinên xwe û kirdarên xwe yên dûrî lojîk veşêre, û penayê dibe ser van renge siyasetan li parçeyên din.

Lê Leşkirê Rojava di şertên mecbûrî da hatine Başûr, Serokayetiya Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê destê alîkariyê bo dirêj kiriye weku bo PYD ya PKKê û şervanên YPG yên PKKê drêj kiribû. Bi vî şêweyî Leşkirê Roj bû hêzeka profesyonel, da ku bi rêkên zanistî û leşkirî û emnî bikarin parastina axa xwe bikin û ewlekarya gelê xwe biparêzin.

Mixabin PKKê heta vê çirkeya ez dinivîsim li dijî vegerandina Leşkirê Roj e.

Li demê metrisî ketiye ser Herêma Kurdistanê, Leşkirê Roj bi wê tecrubeya li Herêmê wergirtî, karîn rolekê yekcar mezin û berçav bigerin ji bo parastina Herêma Kurdistanê û hemî kes şahidê qaremanî û qurbaniya wan in û xwîna wan şahidê herî mezin e ku ta niha jî li sengeran bi soratiya xwe dibirisqe û hişkbûna wê mehal e. Lê mixabin hîç carekê bê asteng ku derketin ji aliyê PYDê û YPG ya PKKê, şehîdên Leşkirê Rojava negeryane cihê baweşa axa dayikbûna xwe.

Leşkirê Roj, wek ew bixwe dibêjin, \"em grêdayî rêbaza Barzaniyê nemir in\", anku hêzeka neteweyî, mirovatî ne û her parçeka Kurdistanê pêwîst be dê alîkar bin û erkê mrovatyê li kî derê bikeve ser milê wan dê cîbicih bikin.

Niha Leşkirê Roj di bin fermana Herêma Kurdistanê karê xwe bi rêve dibe, li Başûr wekî hêzeka yasayî û di bin fermanan da kar dike û hewlên Serokatiya Kurdistanê û hemî dostên Kurdan ew e ku, PKK qebûl bike bê şer û bi biratî û mil bi milê wan li Rojava kar bikin. Rêya rast bo Kurdayetî ew e, bilez PKK biryara xwe bide û dest ji Başûr berde, maytê kirina karên navxwe yên herêmê neke û nebe amrazê têkbirina peywendiyên syasî û civakî û asayîşê li Kurdistanê. Divê li her cihekî xelkê me bi azadî jiyana xwe bibe serî û biçine ser cih û war û mal û gundên xwe.

Ezîz Weysî Banî

Fermandê Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî

4 / 3 / 2017

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:54:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x