Felah Mistefa: Bila hêzên navdewletî li ser hisabê Kurdistanê piştgiriyê nedin Iraqê

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji saziyên navdewletî daxwaz kir ku li ser hesabê Herêma Kurdistanê piştgiriyê nedin Bexdayê.

06.01.2018, Cts - 11:07

Felah Mistefa: Bila hêzên navdewletî li ser hisabê Kurdistanê piştgiriyê nedin Iraqê
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên K24ê Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di gotareke xwe ya ji bo malpereke amerîkayî de ji saziyên navdewletî daxwaz kiriye kul i ser hesab û enerjiya Herêma Kurdistanê tenê piştgiriyê nedin Bexdayê.

Mistefa di gotara xwe de ragihand ku divê hêzên navdewletî, bi taybetî welatên bi hêz wê rastiyê bizanin ku hebûna Herêma Kurdistanê ya bi hêz û aramî, bandoreke pozîtîf li ser aramî û xurtbûna Iraqê jî dike.

Felah Mistefa li ser cezayên ku Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê dane got, vê yekê tenê bandor li ser jiyana rojane û aborî ya Herêma Kurdistanê nekir, di heman demê de bandoreke neyênî li ser rewşa koçberan jî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1033 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:19:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x