Filma “Pêxemberê Xwedê Mihemed” li Kurdistanê hate qedexekirin

Li ser daxwaza Yekîtiya Zanayên Olî, nîşandana filma bi navê “Pêxemberê Xwedê Mihemed” li sînemayên Herêma Kurdistanê hate sekinandin.

27.01.2017, Cum - 11:33

 Filma “Pêxemberê Xwedê Mihemed” li Kurdistanê hate qedexekirin
Nuçe Belav bike

Li ser daxwaza Yekîtiya Zanayên Olî, nîşandana filma bi navê “Pêxemberê Xwedê Mihemed” li sînemayên Herêma Kurdistanê hate sekinandin.

Yekîtiya Zanayên Olî yê Herîma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku nîşansana kesayeta Pêxemberê Îslamê berovajiyê şerîeta îslamê ye û diyar kir, “Di film û karên hunerî de nîşandana rola pêxemberan ne şer’î û ne rewa ye.”

Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamî yê Kurdistanê Ebdullah Weysî jî ji Rûdawê re got; “Me temaşeyê fîlmê kir. Senaryo bi hizr û mejiyê şîegerî hatiye nivîsandin. Di hinek beşan de li hember Pêxember (s.a.v) bê rêzî hatiye kirin.”

Filma “Pêxemberê Xwedê Mihemed” li seranserê cîhanê 5 hezar kopya belav kirine. Wezareta Çandê ya Iraqê jî kopyayek jê wergirtiye.

Filma “Pêxemberê Xwedê Mihemed” ji aliyê derhênerê îranî Mecîd Mecîdî ve di 7 salan de hatiye amadekirin û herwiha 40 milyon dolar bûye xerca filmê.

Ji ber nîşandana rûyê Pêxemberê Îslamê û kesayeta wî, li gelek welatên îslamî û erebî wênegirtin û nîşandana filmê hatiye qedexekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:10:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x