4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2025) di rojên 11-13ê Nîsanê de di bin çavdêriya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û bi serpereştiya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi dirûşma “Li cîhaneke dabeşbûyî xwedîlêderketina dîplomasiyê” dê were lidarxistin.
Tê plankirin ku çar hezar mêvanên navxwe û biyanî ku di nava wan de 20 serok û serokwezîr, 50 wezîrên karên derve yên welatan, 70 wezîrên din ên welatan, 60 nûnerên payebilind ên rêxistinên navneteweyî beşdarî bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di nava wan 20 serok û serkirdeyên ku bi fermî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve hatine vexwendin de ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê gotara destpêkê ya 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2025) pêşkêş bike.
Tê payîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicivin.
Di her sê rojên 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2025) de 52 panel dê bên lidarxistin.
Gelek mijarên girîng ên wekî guherîna avhewayê, têkoşîna li dijî terorê, ewlehiya xwarinê û hişê çêkirî dê bên nîqaşkirin.
Foruma yekem a Dîplomasiyê ya Antalyayê sala 2021ê, foruma duyem di rojên 11-14ê Adara 2022yan, sala 2023yan ji ber erdhejên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nehat lidarxistin û foruma sêyem jî di rojên 1-3yê Adara 2024an de hat lidarxistin.