Girtina ava çemê Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve ziyan gihandiye cotkaran

Zêdetirî du hefteyan e Komara Îslamî ya Îranê ava çemê Zêyê Biçûk li bendava Serdeştê bi temamî li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê girtiye.

30.08.2023, Çar - 07:48

Girtina ava çemê Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve ziyan gihandiye cotkaran
Nuçe Belav bike

Girtina çemê Zêyê Biçûk bandoreke neyînî li bendava Dûkanê kiriye û ava bendava Dûkanê her 24 demjimêran, 8 santîmetreyan dadikeve.

Îran ji sala 2017an ve bêyî ku vegere Iraqê, ava çemê Zêyê Biçûk girtiye, lê heta niha Iraqê hewleke kêm ligel Îranê nedaye ku ava çemê Zêyê Biçûk û avên din ên ji Îranê ber bi Herêma Kurdistanê û ji wir jî derbasî Iraqê dibe, bê berdan.

Girtina çemê Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve û kêmbûna avê, îsal metirsî li ser cotkaran dirust kiriye. Cotkar jî dibêjin: “Heger kêmbûna avê bi vî awayî berdewam bike, em ê neçar bibin dest ji karê xwe berdin û zirarê bibînin.”

Di vê derbarê de cotkarê navçeya Çomî Xas a Qeladizê, Ebdullah Hesen dibêje: “Ji ber kêmbûna avê beşek ji berhemên me hişk bûne.

Berî du hefteyan berê hişyarî bo welatiyan dihat dayî ku ji ber bilindbûna ava çem û metirsiya xeniqandinê, xwe nêzî qeraxên çem nekin, lê niha av di çem de kêm bûye ku bi pêyan tê derbaskirin.

Rêveberê Bendava Dûkanê Endazyar Koçer Cemal ji ajansa K24ê re ragihand: “Nêzîkî du hefteyan e asta avê ji aliyê Îranê ve hatiye girtin. Rêjeya ava gola Dûkanê rojane 8 santîmetreyan dadikeve. Eger girtina avê bidome, dê zêdetir kêm bibe.”

Komara Îslamî ya Îranê ji sala 2017an ve bendava Koleseyê li Serdeştê xistiye kar û ji wê demê ve bêyî ku vegere Iraqê, avê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê digire.

Her çend e ku Iraq ji aliyê cîranên xwe ve tûşî kêmbûna avê bûye, lê heta niha gotûbêjên cidî bi Îranê re ji bo berdana ava pêwîst di çemê Zêyê Biçûk û çavkaniyên din, dest pê nekiriye. Ev di demekê de ye, Iraq li ser ava çemê Dîcle û Feratê ku rasterast diherike Iraqê, bi berdewamî bi Tirkiyê re di nava danûstandinan de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 620 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:39:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x