Destê gelê kurd Bêrnard Hanrî Lêvî, ku bo referandoma serxwebûnê hatibû Kurdistanê û çavdêriya referandomê kiribû, Lêvî di malpera Al Jazeera de şiroveyek li ser serxwebûna Kurdistanê belav kir. Di şiroveyê de ku ji aliyê malpera Al Jazeera ve hatiye belavkirin, Bêrnard H. Lêvî gotiye, gelê Kurdistanê miletekî qedîm yê Rojhilata Navîn e û mîna cihûyan rastî gelek zilm û malwêranî hatiye.
Lêvî behsa mêrxasiya kurdan di şerê DAIŞê de jî kiriye û gotiye, gelê Kurdistanê di şerê DAIŞê de ji hemû hêz û aliyan rijdtir bû. Her çiqas hinek caran bi tenê jî ma lê karî li şûna hemû cîhanê wî şerî bike û tê de bi ser bikeve.
Wî fîlozofê Fransî daye xuyakirin ku gelê Kurdistanê mînakeka delal ya pêkvejiyana aştiyane ye û gotiye, li ti devererka Rojhilata Navîn herêmek wiha nayê dîtin.
Wî dostê gelê Kurdistanê daye zanîn ku li gelek deveran şer e û mirov koçber dibin lê li Kurdistanê aramî heye û gelek koçber jî li Kurdistanê sitirîne û gotiye, ji ber wê jî dewleta Kurdistanê dê bibe aramiya Rojhilata Navîn û hêviya hemû gelên bê dewlet.