Hêmin Hewramî: Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkiyan xwedî pêgeheke jeopolîtîk a stratejîk e

Endamekî Polîtburoya PDKê diyar dike, Amerîkî rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê, şerê îstîxbaratî, hewandina koçber û penaberan, pêkvejiyanê, nêzîkkirina aliyên nakok û aramiya Rojhilata Navîn û çend mijarên din ve, girîng û stratejîk dibîne.

11.02.2025, Sal - 07:53

Hêmin Hewramî: Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkiyan xwedî pêgeheke jeopolîtîk a stratejîk e
Nuçe Belav bike

Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ji Washingtonê ji ajansa K24ê re got, di dema serdana wan bo Amerîkayê û hevdîtinên wan bi berpirsên hikûmetê û endamên Kongressê re, jê re diyar bûye ku nerînek hevbeş û erênî li ser Herêma Kurdistanê heye.

Hêmin Hewramî diyar kir jî, Komarî û Demokrat di Kongressê de dibînin ku Herêma Kurdistanê xwedî cihekî wê yê jeopolîtîkî yê stratejîk heye, bi taybetî bandora wê li ser şerê terorê, Sûriye û ragirtina hevsengiyê li Rojhilata Navîn.

Wî endamê Polîtburoya PDKê behsa wê yekê jî kir, armanca wan ji vê serdanê, gihandina peyama serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bo Amerîkîyan û gihandina peyama Serok Barzanî bo rêveberiya nû ya Serok Donald Trump e.

Hewramî got jî, ew pêşbînî dikin ku Herêma Kurdistanê di nav bûyer û pêşhatên Rojhilata Navîn de zêdetir rol bibîne. Herwiha got, di civînên ku wî li Washingtonê kirine de, Amerîkî tekezî li ser cih û bandora Herêma Kurdistanê li Sûriyeyê dikin, bi taybetî rola cenabê Serok Barzanî di nêzîkkirina herdu aliyên kurdî de.

 

Vî nûçeyê tevayî: 469 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x