Heşdî Şabî û Artêşa Iraqê êrişê Kerkûkê kirin

Konseya Ewlekarî ya Herêma Kurdistan ragihand kuşevadin nîvê şevê Heşda Şeibî bi çekê û tankên Amerîkî ji du eniyan ve êrîşî ser hêzên Pêşmerge kir.

16.10.2017, Pts - 07:14

Heşdî Şabî û Artêşa Iraqê êrişê Kerkûkê kirin
Nuçe Belav bike

Wek daxuyaniyiya Encûmena Asayişê amaje pê kiriye, êrîşa Heşda Şeibî li eniya Taze – Kerkûk û pireya Meryem Bek bûye û Pêşmerge jî karî êrîşê têk bişikîne.

Di êrîşê de nêzîkî 5 Hemer û otombîlên leşkerî yên Heşda Şeibî hatin şewitandin.

Encûmena Asayişê di daxuyaniyê de aşkere dike, ku Heşda Şeibî ji aliyên tê piştevanîkirin, bi çek, tank û hemerên Amerîkî êrîş birin ser hêza Pêşmerge.

Di daxuyaniyê de hat, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike, hêza Pêşmerge berdewam dibe di berevanîkirina gel û xaka Kurdistanê de.

Her wiha tê gotin ku 5 wesayîtên zirxî yên artêşa Iraqê hatiye ruxandin.

Li gel vana Wezareta Parastina Karênderve ya Amerîkî jî daxûyaniyek da û jibo diyalogê bangewazî kir. Daxûyaniyê de amaje bi vê yekê têt kirin û tê gotin ku Amerîka jiber rewşa herêmê bigumanin.

PKK; em xeta parastinê ava dikin

Her wiha li horî nûçeya ku ajansa ANF'ê de cih digire de tê gotin ku PKK daxûyandiye, "em li Kerkûkê ne û ji bo parastina gel û bajêr em ê xeta parstinê ava bikin." Dîsa nûçeyê de tê gotin ku Fermandriya Hêzên PKK'ê bangewazî ji gellê Kerkûkê kiriye ku ji bo parastina bajêr bên û beşdarî parastina eniyan bibin.

Aliyê din hat ragihandin ku li Tûzxûrmatû hinek Pêşmergeyên YNK'ê mewziyan vekişiyane.

Her wiha hatiye ragihandin ku li taxa Sanasî ya Kerkûkê pevçûna qewimiye de 12 milîsên Heşdî Şabî hatiye kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:46:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x