Heşda Şeibî gefan li welatiyên Mûsilê dikin

Heşda Şeibî 24 demjimêr dem dahye welatiyên rojhilatê Mûsilê û bjarokên dorûbera wê ku deverê çol bikin.

09.02.2017, Per - 06:32

Heşda Şeibî gefan li welatiyên Mûsilê dikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê eşîretên Erebên Nînowayê, Heşda Şeibî wek DAIŞa duyemê didine nasîn û dibêje ku Nînowa û Mûsil bi giştî carek din dibe gûrbaniyê destê milîsên Heşda Şeibî.

Berdevkê Eşîrên Ereb yên parêzgeha Nînowayê, Şêx Mzahim Ehmed Hewît ragehand ku:"Taxên Gukçelî, Qewsiyat û çend deverên din yên rojhilatê Mûsilê, dest bi talankirina mal û milkên welatiyan kirine, herwiha di bajarokê Tilkêyfê de 24 demjimêr dem dane welatiyên ji bo çolkirina wî bajarokî, gefa vê yekê jî li welatiyan kirine ku eger bajarokî col nekin vê bi zorê wan derbêxînin, niha jî rewşa deverê nearame û welatî perîşanin.”

Şêx Mzahim got ku:"Milîsên Heşda Şeibî di çendîn navçeyên cuda yên Mûsilê bera tifengên xwe dane welatiyan û dixwazin ku carek din xelk Mûsilê derbider bikin heta niha birînên terorîstên DAIŞê li ser bedena wan maye û niha jî Heşda Şeibî hewla vê yekê dide ku berdewamiyê bide tawanên DAIŞê û welatiyan komelkuj û bi saxî çal bikin, ev yeke jî bo me Eşîrên Ereb bi ti awayekê cîhê qebûlkirinê nîne.”

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 900 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:24:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x