Îro Şemiyê 2ê Îlona 2023an, Serkirdeyê Hevpeymaniya Qiyade Xalid Mefrecî di konferanseke rojnamevanî de, li bajarê Kerkûkê li ser vegera PDKê bo wî bajarî diyar kir: “Em piştevaniya wê yekê dikin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê vegere Kerkûkê, çunkî ew jî partiyeke siyasî ye û mafê wê heye beşdarî di proseya siyasî de bike li Kerkûkê, lê belê em dixwazin veger bi rêya aştiyane bibe û bi rêya siyasî û li gor yasayan bibe, ne ku bibe sedema pevçûna helwestên siyasî.”
Li gor gotina Xalid Mefrecî, ew aliyên siyasî yên Kerkûkê ku rêgirî li vegera PDKê bo bajêr dikin û xwepêşandan encam didin, dixwazin vê mijarê ji bo mebesta siyasî û ji bo babeta hilbijartinê bi kar bînin û dibêje: “Ev tiştekî xirab e û qeyranan kûrtir dike.”
Serkirdeyê Hevpeymaniya Qiyade Xalid Mefrecî diyar dike, ligel partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axivîne, "da ku çareseriyeke bilez û dawî ji bo vê mijarê (vegera PDKê bo Kerkûkê) bibînin".
Hevpeymaniya Qiyade ji her du Hevpeymaniya Siyade ya Xemîs Xencer û Hevpeymaniya Teqedûm a Mihemed Helbûsî ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatiye pêkanîn û Mihemed Temîm serokatiya wê dike.
Ev di demekê de ye ku di destpêka vê mehê de, Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermana vegerandina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên dagîrkirî li Kerkûkê dabû. Lê belê çend roj in çend kesan li ber Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê kon vedane û rêya Kerkûk – Hewlêrê girtine û astengî ji şofêran re çêkirin.