Sîyasetmaderên Kurdistana Başur birêz Elî Ewnî ra, derheqa pêşveçûnên li ser Kurdistan hevpeyvinek pêk anî
Elî Ewnî yên, bi alîyê raya gişti yên Bakur bi nirxên wî derheqa sîyaseta Kurdistana Bakur û bitaybeti PKK’ê tê naskirin dibêje PKK’ê bi xeletsîyasetên xwe xusarên mezin dide doza Kurdistan û hebûna wî li Başur Herêm dixe tengasîyên mezin.
Elî Ewnî dibêje pirsa Kurdistan ne pirsa çepîtî an jî dindarîyê ye, pirsa Kurdistan pêkanîtina sînorên coxrafîya Kurdistan û dewletbûnê ye.
NerinaAzad: Raya giştî yên Kurdistanê we gelek baş naz dike. Lê li derheqa we berfirehî agahîya gelek mirovên me jî tune ye. Ji kerema xwe hûn dikarin bi kurtasî derheqa sîyasetmedar Elî Ewnî çend gotin bibêjin.
Elî Ewnî: Gelek Spas, Ez Pêşmergeyê Kurdistanê me! Ez ji demeke endamê serokatîya Partîya Demokratê Kurdistan im. Ez berpirsîyarê Laqeşê me, cîhê herî pîrozê Ezidîyan.
Malbata me malbatek kevn e. Em malbatek feqîr bûn. Lê malbata me bi şoreşgerî berdewam li cepheyên Kurdistanê bûne, li gel gelê Kurdistanê bûne. Em, li dema bav û kalên xwe, ji dema Osmanlîyan heta wê gavê qet hevalên dewletên dagirkerên Kurdistan nebûne.
Em ji bav û kalên xwe dibihîzin. Di wan hareketên ku Şêx Ebdurrehmanê Garisî pê rabûye, Komela Xoybûn pê rabûye, cenabê Barzanî hereketa xwe çêkirîye malbata me wekî malbatek feqîrê Kurdistan di gel wan cîh girtîye.
Sala 1975’ê, piştê xîyanetê li Cizayîrê di navbera şahê Îranê û Saddam, Şoreşa Îlonê em derbazê Îranê bûn. Em 16 sal li Îranê man. Ji sala 1975’ê heta 1991’ê. Carekê din em, li Başurê Kurdistanê tevlî serhildana Kurdistanê bûn û dagirkerê Beas hate deranînê. Ji wê rojê em li vê derê hewl û xebatên xwe dikin.
Alîyê xwendinê da, min ji dibistana pêşin (ilkokul) hetanî lîse li Îranê xelas kirîye. Universitê mastir jî min li ser edebiyata Kurdî, li vir, li başurê Kurdistanê li Zankoyê Selehaddinê kirîye.
Ez zewicî me û pênç zarokên min jî hene.
“Çarenivîsê gele Kurdistanê li ser her çar perçeyên Kurdistanê bi hev ra girêdayî ye. Wextê li Bakurê hereketek baş jî bibe tesîrek li me dike, hereketek xerab jî bibe tesîrek li me dike.”
NerinaAzad: Wek tê zanîn, eleqe û zanebûna we bi Bakur gelek zêde ye û hûn rexne li têkoşîn û sîyasetên Bakurîyan pirranî li PKK’ê dikin. Sedema vî eleqeyê derheqa Bakur û zanebûna fireh çi ye, li ser sîyaseta Bakur û bi taybet PKK?
Elî Ewnî: Rastî, cara çarenivîsê gele Kurdistanê, li ser her çar perçeyên Kurdistanê bi hev ra girêdayî ye. Li her derê pêşveçûn çêbibe, alîkarîya alîyên din jî dike. Ez bawer dikim, ew webun yan piçekî firehîya li Rojhilatê, li Bakurê Kurdistanê, heta li Surîyê jî te dît daxwaz kirin ku em hazirên kimligê bibin wa kurdên ku em kimligê ji wan standi ne.
Kurd li Surîyê beşeke ji tevno ji pêkhatan Surîyê bû. Axaftinên behsîyar kirin hemu, ez bawer dikim, ji netîca pêşveçûna Başûrê Kurdistanê bu ku ji alîyê statükoyeka yasayî, rewşeka yasayî wek diçu navê wî diketa destur yan anayasayê İraqê da, de weku civakê navdewletî bişirekê fermî hereketa Başurê Kurdistanê wek bi statûkoyek heremekî federalî qebul kir.
Evê mecbur man, her sê dewletên dinê dagirkerên Kurdistanê, ji hêlekî pêdaçûnên bikin, guhertinên bi xwe da bikin li derheqa Kurdên bindestê xwe. Ewa alîyek e. Mebesta me, wextê li Bakurê hereketek baş jî bibe tesîrek li me dike, hereketek xerab jî bibe tesîrek li me dike. Lewma, ji ser wî ne li ser Bakurê, belkî li ser Rojava jî li ser Rojhilatê Kurdistanê jî her kurdekî mafê xwe yê jî wek “hemwelatîyê Kurdistanê heqqê min e, karê min baş tên kirine bibêjim kare baş hatinê kirine, şaşitî jî tê kirine. Ne di arastîya dijminatîyê lê di arastîya dilsozîyê heqqê me ye em nêrîna xwe bibêjin.
Em di mudahalekirinê da, me mudahale li Bakurê nekirîye. Em dibêjin ev der şaş e, eva der baş e. Gilîyê me ji PKK, bi heqîqet, netîce destkarîyê PKK li Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku ew gelek xwe kirine her tiştek û biryar li çarenivîsa ew parçeyê didin. Weke ew bûne xwedan, em jî zarok in! Em fahm nakin berjewendîya xwe. Ew in tenê dizanin mafê gele Kurdistanê. Xwezî bira bin, ex xwedî nin, em jî kole nin. Wusa dinêherin. Bratî me qebul e. Lê ew me nabînin birayên xwe. Me dibînin bindestê xwe.
Ew dibêjin bo gelê Kurdistanê Dewleta Netewaye eyb e! Baş e bratîya gelan û xwelî bi serîya demokrasi ya me ye. Em jî dibêjin “Hun dibêjin dewleta netewayî şermedarî ye! Eger dewleta netewayî şermedarî be, ewilî bila Tirk, Rus, Brîtanya, Fransa, Suudî, Çîn dewleta xwe yê neteweyî hilweşînin, paşî bila ji bo me jî eyb be!”
Niha dinya deyndarê me ye, bo dewletek neteweyî. Divê gele Kurdistanê, weke hemu millete din ê dinyayê, dewleta xwe çeke. Bêhebûna dewletê, bêdewletîya Kurdan, şermezarîyek mezin e bo mirovatîyê.
NerinaAzad: PKK her tim dibêje Başurê Kurdistanê li rîya serxwebunê da dixwaze her çar perçeyê Kurdistanê di Başur da bixemqîne. PKK dibêje “Tirk dibêjin gava Kurdistan serxwebuna xwe îlan bike emê wî nas bikin. Wextê ku ew der were naskirin, alîye din têne xeniqandin. Pêşîya me digirin.” Derheqa wî hûn çi difikirin?
Elî Ewnî: Em li Başûrê Kurdistanê, qeneeta me ye, bawerîya me ye ku Kurdistan, bûye çar perçe, welatê Kurdan e, mafê me ye ku me jî dewleta xwe hebe. Lê em wê siyasete yan wê yarîyê, wê leyistikê nakin. Yan hemu tişt, yan jî sifir.
Em dibêjin konax bi konax em xebatê xwe pêş da bixin. Niha firsendek bo başûrê Kurdistan çêbuye. Emê îlana dewleta xwe bikin! Bes têkoşîna gele me li parçeyên din jî berdewam e. Heqqê wan a yê bixwe, heqqê Kurda ye dewleta xwe çêke. Gelê me yên Bakurê Kurdistanê daxwaza serxwebunê bike mafê wan e. Lê dîsa jî dibînin ku di berjewenda wan nîne, alîkarîya wan nake ciwata navnetewî, rewşa sîyasî, ew dikarin qonaxekê kêmtir, çi otonomi be, çi federali be, çi konfederalî be li gel Tirka, li gel Farisa, li gel Ereba, li Surîyê li gel diranan, rê li ber vekin ji bo jîyana. Û manayê wî ew nîne ku li Başurê Kurdistanê bo dewletê heqqê wana parçeyê din bindestîyê û dagirkerî derkevin.
Li gor nêrîna min Kurdistan koloni ye, dewletên dagirkerên Kurdistan jî kolonyalist in. Ev tarîfa min, ev tespîta min dikeve çarçuvê zanistê kolonyalîzmê yan nakeve problema wan e, problema min nîne. Em milletek bindest in. Axa me hatîye dagirkirinê, îradeya gele me hatîye dizînê, ev têkoşana me têkoşana azadîyê ye, têkoşana ji bo derketina ji bindestîyê ye.
“Milletê Kurdistanê ji Cemîl Bayîk gelek pêşketîtir e”
NerinaAzad: Li 2016 dewleta Tirkîye zextek mezin li ser PKK û HDP danî. Niha li nav sîyasetên Bakur valahîyek mezin heye. Daxwazîya Kurdên bakur ji PDK heye ku dest bavêjin sîyaseta Kurdistana Bakur û alternatîfek ava bikin. Lê kêmasîyên partî û sîyasetmedarên xwe nêzikî PDK nişan dikin gelek zêde dixwiyê. Bawerîya gel bi wan tune ye. Xebatên we derheqa sîyasetek xurt li Bakur henin an na?
Elî Ewnî: Gelek spas. Rastî Başurê Kurdistanê, bi taybetî Serok Barzanî texsîr nekirîye ku alîkarîya gele me li bakurê Kurdistanê bike, teşvîkkirina dewleta Tirka û PKK jî ku hêza herî serekî ku xwedan tesîrê li meydanê da, her du alî jî îkna kirine. Evan bi nameyê Abdullah Öcalan, bi nameyê Erdoğan diyarin ku Mesud çi roleke mezin di vî warê da lîstîye ku her du alîyê îkna bike.
Bi taybet me gelek caran daxwaz ji Qendîl kirîye ku dev ji sîyasetmedarên bajêr, ji HDP’ê berdin. Me got bila ew siyaset bikin, bila ew karê xwe bikin, hûn dev ji wan berdin. Lê ew guhdarîya me nekirin. Mixabin Qendîl nehişt ku HDP çi îş bike, ew jî nezanîn çi îş dikin. Li çîya ma ne. Zanyarîyên xwe update nakin. Bi rastî jî nû nînin.
Digotin çepê Îranê di salê 1950’an da li Ehwaz, li Xoristan, li Başûrê Îranê herekata çepî çêkirin. Wîcax millete Îranê gelek birçî bûn. Berikê xurmê diharan û dikirin nan, dixwarin. Dewletê jî wan ew qewirandin, rewîn çun Çînê. Bîst sala li wê derê man, teorîyê xwe li ser wî çêkiribûn ku çawa nanê xelqê çêbikin û pêşvebiçin. Hatibûn ku çawa berikê xurmê çêbikin û bikin nan. Wextê hatibun, dinya guhertîye, berikê xurme nemaye, ji genimê çêtir çêbuye, piskêvêt hatine, kek jî hatine. Lê mejîyê wan hêj li Çînê mabu. Digotin qey millet hêj nane garisê dixwe, gilgil dixwe, nedizanîyan ku ar jî çêbuye.
Niha nêrîna biraderên me li Qendîlê bi rastî jî bi vî awayî ye. Henekê mirov pê wan, bi navê wan, bi axaftinê wan, bi xwendina wan tê. Milletê Kurdistanê gelek pêşketîtir e ji Cemîl Bayik, ji Duran Kalkan û ji Ebbas û ji wî grubê ku li wê dere wunda bûne. Yanê hizir dikin hema ew in ku biryara bu hemu dinya didin. Mejîyê wan da hêj Gorbaçov serokê Sovyetê ye. Nizanin ku Gorbaçov çuye, Boris Yeltsîn çuye, Medyedov çuye, guhertin çêbuye û 16 dewlet ji Sovyetê cudabûne.
Wê pîvanên bo milletê me behsa çepitîyê dikin. Pirsa Kurda pirsa komünizm û çepitî û proleterya nîne. Pirsa Kurda pirsa dindarîyê jî nîne. Pirsa musulmanbûn, xristîyanbûn, nemusulmanbûn, şîîtî, sunnîtî, elevîtî nîne. Pirsa Kurda pirsa demokrasîyê jî nîne. Pirsa Kurda pirsa destnîşankirina sînorên coğrafîyên Kurdistanê ye. Pirsa serdestîyê gele Kurdistanê ye ser wî axê. Pirsa dewletbûn û serxwebûnê Kurdistanê ye.
Divê vê navê da bi rastîyê te divê PKK’ê bi xelet sîyasetkirinê da firsetên mezin, ku li ber deste wan bû, wunda kirin. Li berê da PKK dikaribû li Amedê, li Wanê, li herderê, heta li Stenbolê dikaribu bi milyonan insanan kom bike li meydanê û li meşen xwe. 81 kursî anî. Êva pêşveçûnek gelek mezin bu di warê xebatê sîvîl da. Lê bi awayek sîyasetxeletkirin, pişte ku nîvîyê hevalê wana zêdetir girtin serokê şaredarîya, serokê endamê parlamentorê wan, sîyasetmedarên Bakurê hevalên PKK’ê hatin girtinê, PKK li bajarek mîna Batmanê nekarî 100 kesan bîne meydanê da xwepêşandan bikin, grevan bikin. Ji ber xelq fêr bû ewan sîyasetmedar nînin. Ewa grubek in mixabin wêga hêzek e bê bername ye.
Ku tu serxwebûn naxwazî tu çi dixwazî? Çopcutayî dixwazî, tu bixwe çopcuyê Tirka yî! Tu çi yî? Yanê ku tu serxwebûn naxwazî millet wêga pirs dike, “gava tu serxwebûn naxwazî tu kurê min bo çi dide şehîtkirin? Cevabê wan xwûna tu çi didî?
Hema heke ewa gizîr û wezîr be, di dewleta Osmanîya da jî wezîr û sadrîazam Kurd hebû. Di dema Atatûrk, jixwe teorîsyenên Atatûrk Kurd bûn. Faşîzma Tirkî Kurd in, teorîsyenên wan. Di pişte wê da, serokê wezîrê nûh hikumetê û komarê filan Kurd bûne. Pirs ew nîne ka karmendên dewletê Kurd in yan Kurd nînin. Pirs ew e ka hebuna Kurda çi ye? Li ber çavê vezîrên Kurd di nava hikumetên Tirka da, welatê me dihata wêrankirinê, xelq dihata girtinê, xelq dihat derbekirinê, wezîrê me di ber destê dewletê Tirka da nikarîbû nikaş bike.
Di hikûmetê İraqê da, li cem Seddam û li gel qral û berî qral û pişte qral jî berdewam hikumetê İraqê da însanên Kurd hebûne. Wê gavê jî di dewleta İraqê da serokê komar kurd e, wezîrê malîye kurd e, wezîrê derwa, genelkurmay başkani çi dibêjin hemu Kurd in. Lê li ber çavê wan esker şandin ser me, bütçeye me birin, projeya qanûn neft û gazê îkrar nekirin. Madda 140 bicîhnekirin.
Pirs ew nîne ka me çend karmend nav dewletê da hene. Pirs ew e ku hidudên coğrafîya Kurdistanê çend e û axa Kurdistanê kî dere ye û kî xwedana vî axê ye? Bi heqîqet, PKK di xelet sîyasetkirinê ye û xelq jî jê pêhesîya ye û êdî nema guhdarîya PKK’ê dikin. Niha mewsîmê hilwerîyana belgê dara PKK’ê destpê kirîye. PKK hêdî hêdî rût dibe, xelq wî birûtî, çiplak dibine. Rastîya wan, heqîqeta wan dibine.
Niha firseteke geleke mezin ji bo hêzeyek alternatif derketîye û ez hêvî dikim ku KDP-Bakur bibe. Ji ber ku KDP bi paralelîya Partî Demokrata Kurdistan a Başûrê Kurdistanê da, di ser vî xetta serxwebûnxwezî diçe. Em wan kadroyên wan, karakterên wan dibinin. Lê bi rastî ji alîyê rêxistinê ve di astê yan di semîyê hizirkirinu, hişmendîya gele me li Bakurê Kurdistanê ne mixabin ne wusa ye. Mihtacê xwerêxistinê ne, mihtacê wê ne ku hêz bidin ber xwe û dev ji wan nakokîyên bicukên nabeyna hêzên din yên li dervayê PKK’ê berdin. Şuna wan ku em çavê hevudu va mijulbin, em rêxistinê bikin û xwe hazirbikin.
Belkî jî li meydanê ku tu bibî hêzek dewleta Tirka jî mecbur e te muhatap werbigre, dinya jî mecbur e te muhatap werbigre, millet jî mecbur e. Yanê millet jî bi rastî jî te qebul dike weku karakterek serekî li meydanê.
Min ew gazin ji sîyasetmedarên me yên Bakurê jî hene. Lê tu dibêjî emê ma ê xwe dikin, ma ê xwe tênakin. Ji me tê xwestinê, PKK xwestibu ku em rol bibinin dewleta Tirka jî xwestibû, me jî rol dît. Herdu alîyê jî xwest. Vê carê jî PKK daxwaz dike ku em rol bibinin, divê ku em ji qonaxa şer û wêrankarîyê em derbas bibin. Dîsa jî em hazir in lê alîyê Tirka jî her wextê te xwest şer dikî, alîyê din jî bi vî rengî qebûl dike her xewt te xwest tu aşitî bikî. Wusa nîne! Yanê muxtacê têkoşanek mezintire.
Hema hat bîra min, Serok Barzanî digot sala 63 Şoreşa Îlonê da, nizanim bajarê Rewanduzê we dîtîye yan na, bajar nava gelîyê da ye, derêdorê wî çîyayên hendurîn hene, korek heye, gorez heye. Devruber di destê hêza Pêşmergeyê da bu, lê bajêr di deste dewletê da bû. Rojek, berpirsîyarên me yê askerî, fermandeyek me yên askerî hatin gotin “Cenabê Barzanî em dikarin bajarê Rewanduz bigrin.” Barzanî li wan mêze kir û got “Hişê we li sere we da ye? Hûn biaqil in? Hûn bi rastî dibêjin?” Gotin “Belê, em bajêr bigrin di nava Rojhilata Navîn da, dinyayê da dengvedan çêdibe, Bajarek ketîye deste şoreşgeran, yanê ragihandina dinyayê li ser karkirina şoreşgeran e.” Barzanî go “Ez ji we dibêjim. Eve dewletek dirunde û wahşî ye. Qet bi wana ferq nake ha jinek bikujin, ha zarokek bikujin ha Pêşmergeyek bikujin! Hun bikevin nava bajarek da, hêcatek wan dibe bibin wî bajarî wêran bikin. Ev bajêr vê gavê xizmeta me dikin. Nanê me, çekê me, milletê me, nameyê me, ragihandinê me ji rojê, her rehlek, her gavek em bixwazin bajêr li deste me da ye. Em çima mala vî xelqê xira bikin. Ne hikumetek ku nade ku xelqê sivîl lê ye, jin û zarok lê ye.”
Eynî tiştî me ji PKK’ê ra digot: “Şerê xwe neynin Sûra Amedê, nexîn Geverê, nexin Cizîrê, nexin Sîlopî, nexin Nisêbînê. Bajêr wêran kirin.” Nuh da pişte ev hemû wêranê çûn Duran Kalkan digo “Me nezanîbû ku dewletê Tirka ewqas dir e! Ê wuqas bike!” Çima berê 50 salan me dizanî dewleta İraq wuqas dike, çima pişta 50 salan te tecrube ji min fêr nebu?
Bajarê Akrê 20 rojan temamî ne dewlet lê bû, ne millet lê bû, lÊ pêşmerge neket nav bajarê Akrê li sala 67’ê. Ne millet têda bû, ne esker jî têda bu, bajêr vala vala bû lê 20 rojan qet pêşmerge neket nava bajêr. Ji ber ku Dewleta Iraqê dixwast ku Pêşmerge bikevê nav bajêr û bombe baran bike, xerap bike.
Dewleta Tirka, dewleta Tirka ye. Ji bîra te neçe. Ya Tirka ye, ya te nîne. Tu wan tişta bikî bahane didî. Tu nikarî dinya jî gazî bikî ji ber ku dibêje “Hêzê çekdar hatîye bajêr ez mudahale dikim.” Dinya xwedî derneket û kerasetek mezin bû, gelek insan hatin qurban. Ji xwe Kurdistan feqîr bu, perîşan bu. Milletê me li Bakurê Kurdistan ji xwe birçîtî, feqîrtî, bêkarî, hejarî, xizanî pê we dîyar e. Ew pêça hemu jî te wêran kir. Nêzî 800 hezar insan jî der derbiketin wa metropola, li Stenbol, li Enqera, li wan bajarên din dikevin fuhuşê, dikevin dizîyê, dikevin karen xerap û pişte encamê wê kiryarên xerab.