Îro 04.03.2017ê rêxistinên mafê mirov a nirxên mirovî ku rêxistineke civakî ya sivîle, bi daxuyaniyeke ku wêneyekî wê ji BasNewsê re hatiye rêkirin de radigehîne: ‘’Em daxwaz ji PKKê dikin, bi armanca parastina serweriya axa Kurdistanê û rê girtina li plana dijminên kurd a netewa me têkbirinê, bi awayeke lezgîn li navçeya Şingalê û derdora wê xwe vekêşe û vegerine heman navçeyên ku berê lê bûn, ji ber hema amajeyên siyasî hemû wê îşaret dikin ku metirsiyên li pêş piroseya bi sedan salan wek xewna netewa kurde dê bikeve metirsiyê.’’
Her di wê çarçovê de li hember bûyera duh li Şingalê pêkhat, îro li bajarê Hewlêrê du xwepêşandanên girseyî li şeqama pêş parka Samî Ebdulrehman û parka şanedar dê pêkbên û rêxistinên sivîl û çalakvan û rojnamevan dê beşdar bibin.