Hoşyar Zêbarî: Dema wê hatiye ku dadgeheke destûrî ya bihêz bê avakirin

Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî dibêje, biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Iraqê seyr û nedestûrî ne û dibêje: “Dema wê hatiye ku dadgeheke destûrî ya bihêz bê avakirin.”

06.09.2023, Çar - 07:31

Hoşyar Zêbarî: Dema wê hatiye ku dadgeheke destûrî ya bihêz bê avakirin
Nuçe Belav bike

Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî li ser Twitterê nivîsî: “Biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Iraqê seyr û nedestûrî ne û ji ber wê jî biryarên Serokwezîrê Iraqê yên vekirina baregeha PDKê li Kerkûkê û cîbicîkirina rêkeftina ligel kuweytê hilweşandin.”

Hoşyar Zêbarî di twîtterê de wiha amaje bi wê yekê kir: “Ev zordariyeke metirsîdar e.”

Herwiha tekezî kir jî: “Dema wê hatiye ku dadgeheke destûrî ya bihêz bê avakirin.”

Hoşyar Zêbarî di tweeta xwe de amaje bi malikeke şaîrê Ereb ê navdar El-mutenebî kir û got: “Hevrikî bi te re ye û tu hevrik û dadwer î.”

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja 3ê vê mehê biryara radestkirina PDKê li Kerkûkê rawestand û got jî: “Biryara Serokwezîrê Îraqê ya valakirina baregehê û radestkirina wê bo PDKê dê heta yekalîkirina wê dosyayê bê rawestandin.”

33 baregehên PDKê li Kerkûkê hene û piranîya wan hatine valakirin, lê baregeha sereke ya Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê, heta niha ji aliyê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ve dagîrkirî ye.

Ev yek di demekê de ye, roja 25ê Îlonê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman dabû Fermandariya Operasyonên Hevbeş ku baregehê vala bike û radestî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 802 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:59:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x