Hoşyar Zêbarî: Destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo yekrêziya Kurdî û alîkariya Sûriyeyê ye

Hoşyar Zêbarî radighîne, Destpêşxeriya Serok Barzanî ya şandina nûnerê xwe bo Rojavayê Kurdistanê, ji bo yekrêziya Kurdî li Sûriyeyê ye.

14.01.2025, Sal - 11:51

Hoşyar Zêbarî: Destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo yekrêziya Kurdî û alîkariya Sûriyeyê ye
Nuçe Belav bike

Endamê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî li ser civîna Nûnerê Serok Barzanî bi berpirsên HSD û ENKSê re ragehand, destpêşxeriya Serok Barzanî, hewla yekrêzkirina Kurdan ji bo danûstandinan ligel desthilata nû ya Sûriyeyê ye.

Zêbarî tekez jî kir, destpêşxeriya Serok Barzanî, pêşketineke din e ji bo alîkariya Sûriyeyê di qonaxa veguhêz de, ta ku ber bi aramî û pêkvejiyanê ve biçe.

Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî duh 13ê Çile serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi awayekî cuda ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl re civiya û peyama yekrêziyê ya Serok Barzanî gihand her du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê.

Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, di civîna Dr. Hemîd Derbendî û Mezlûm Ebdî de, tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdî li hemberî zehmetiyên ku li Sûriyeyê  hene, hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve jî Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re got: “Em bi hêvî ne ku encama hatina Nûnerê Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê di rojên gelekî nêzîk de diyar bibin û em lihev bikin, ji ber ku pêştir me li ser nêrîna siyasî ya hevbeş û Lêvegera Kurdî ya Bilind lihev kiriye.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:53:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x