Derbarê kuştina wî serkirdeyê DAIŞê Hêza Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate ragehandin:"Di çarçoveya tolhildana xwîna pêşmergeyên şehîd ên Kurdistanê û demjimêr 11.40 û di operasyoneke hevbeş ya di navbera Asayişa Hewlêrê û Hevpeymaniya Navntewî de, serkirdeyê DAIŞê ku serpereştiya şehîdkirina 4 Pêşmergeyan kiribû, hate kuştin.”
Li gor daxuyaniya Hêza Dijeteror a Kurdistanê ew berpirsê DAIŞê bi navê Talib Elêwî Hemdanî û bi navê Ebû Zir jî dihat naskirin, herwiha Emîrê dîwana zekatê ya wîlayeta Kerkûkê bû.