Hêzeke din a 'Pêşmergeyên Roj' çû ser sînor

Hêzeke din a Leşkerên Roj anko Pêşmergeyên Rojava li ser sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hat bicihkirin.

03.03.2017, Cum - 08:05

Hêzeke din a 'Pêşmergeyên Roj' çû ser sînor
Nuçe Belav bike

Îro pênşemî hêzeke mezin a 500 kesî ya Pêşmergeyên Rojava ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ketibû rê.

Ew hêz piştre li sînorê Xanesor a ser bi devera Şingal a Başûrê Kurdistanê û li nêzîkî sînorê Rojavayê Kurdistanê hatibû bicihkirin.

Nûçegihanê Rûdawê li deverên Nasir Elî ragihand, ku hêzeke din a Leşkerên Roj (Pêşmergeyên Rojava) gihîşt sînorê bajarokê Sinûnê.

Nasir Elî herwiha got, ew hêza nû ya Pêşmergeyên Rojava berî demek kurt û bi şev gihîşt deverê û li Sinûnê hatiye bicihkirin.

Pêştir fermandeyekî Pêşmergeyên Rojava piştî çûna yekemîn hêza wan û bicihbûne wan li Sinûnê ragihandibû, ku hêzeke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê ji wan xwestiye, ku ji deverên derkevin, lê belê wan ew daxwaz red kiriye.

Fermandeyekî wê hêzê ku nexwast navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re got, armanca wan tenê ev yek e ku ji bo parastina sînor li wan navçeyan bicih bibin û tekez kir, ku ti armanceke wan ji bo rûbirûbûna ti hêzekê nîne.

Heta niha ti zanyarî derbarê hejmara hêza duyem a Leşkerên Roj, ku li Sinûnê hatiye bicihkirin, nehatiye aşkerekirin.

Bajarokê Sinûnê ser bi navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:01:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x