Topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê ji sibeha îro bilindahiyên Berbizîn li sînorê nahyeya Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran dikin.
Muxtarê gundê Berbizînê, Mihemed Mecîd ragihand, “Ji demjimêr 08:02 îro ve Îranê dest bi topbarankirina bilindahiyên Berbizînê kir û heta niha topbarana deverê didome û dem bi dem guleyên topê li çiya û bilindahiyên deverê dikevin.
Rêveberê Nahyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re axifî û ragihand, “Topbaran ji cihên avedan dûr e û li gor zanyariyên destpêkê heta niha nebûye sedema ti zirarên canî û maddî.”
Çavkaniyekî ji bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, Supaya Pasdaran a Îranê topxaneya xwe li bilindahiyên Dolmeydan bi cih kiriye û ji wir ve bi topên dûrhavêj devera Biradost topbaran dike.
Supaya Pasdaran a Îranê duh Sêşembê 10ê Gulanê ragihandibû, hêzên wan li bajarê Bane yê parêzgeha Sine grûpeke 5 kesî ya çekdar desteser kirine, lê belê aşkere nekiriye ew kes ser bi çi aliyekî ve ne.