Ji bo deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê biryareke giring

Li deriyên sînorî û xalên gumrikê ên Herêma Kurdistanê dê bac û xerciyên gumrikê bi dînar bên dayîn.

17.10.2023, Sal - 08:14

Ji bo deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê biryareke giring
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Herêma Kurdistanê ragihand, biryar ji bo hemû deriyên gumrikê hatiye şandin û dest bi cîbicîkirinê kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara ku di 20ê Îlona 2023yan ji aliyê Lijneya Wezîran ve hatiye wergirtin ragihand û tê de wiha got:

“Li ser pêşniyara Wezîrê Darayî û Aborî biryar hatiye dayîn ku bac û xerciyên fermî yên gumrikê li deriyên sînorî û xalên gumrikê tenê bi dînarê Iraqî bên dayîn.”

Herwiha di biryarê de hat ragihandin, “Hemû wezaret û aliyên peywendîdar dê girêdayî vê biryarê bin.

Li deriyên sînor û xalên gumrikê di rewşeke binpêkirinê de kesê ku binpêkirin bike dê bê cezakirin.”

Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman diyar kir ku divê pereyê ku li Iraqê tê bikaranîn gav bi gav bibe dînar û wiha domand:

“Ji ber ku pereyê Îraqê dînar e, divê danûstandin gav bi gav bibin bi dînar.

Me li hemû deriyan dolar kiriye dînar ango 100 dolarê ku ji aliyê Banka Navendî ya Îraqê ve hatiye diyarkirin bi 132 hezar dînarî bê firotin.”

Ebdulrehman diyar kir ku cîbicîkirina dînar dê gav bi gav li deriyên sînorî yên Îbrahîm Xelîl, Perwêzxan, Hacî Omeran û Başmaxê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye û Îranê de bê cîbicîkirin.

Herwiha Ebdulrehman got, “Ji ber ku li hin deriyan hûrgulî hewce dikin ev sîstem hêj nehatiye bicîhkirin.

Divê em gav bi gav vê pergalê biguherînin. Lê belê biryar ji hemû derî re hatiye ragihandin û em di qonaxa cîbicîkirinê de ne.”

Li gorî Samal Ebdulrehman ev biryar ji aliyê hikûmeta navendî ya Îraqê ve hatiye girtin û Herêma Kurdistanê jî ev biryar bi cih aniye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:23:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x