Ji heyeta Parlementoya Kurdistanê bo Rojava serlêdanek fermî

Hat ragihandin ku şandeke Parlamentoya Kurdistanê, ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên li Rojava dê biçe Rojava.

29.11.2017, Çar - 08:32

Ji heyeta Parlementoya Kurdistanê bo Rojava serlêdanek fermî
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Rûdaw'ê cih digire tê gotin ku şandeke Parlamentoya Kurdistanê ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên li Rôjava di bin serokayetiya PDK'ê de diçe Rojava. Cîgira Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Amîna Zikrî, ku dê serokatiya wê şandeyê bike, diyar kir ku Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî fermî ji Rojava dawetname girtiye, daku nûnerên ji partiyên PDK, YNK û Tevgera Goranê biçe Rojava û çavdêriya hilbijartinan bikin.

Amîna Zikrî diyar kir ku ew di wê pêvajoya hilbijartinên li Rojava de dê hilbijartinên bajarokan, şaredariyan û kantonan werin birêvebirin û ew hilbijartin dê di roja 1ê Kanûna 2017an de werin birêvebirin.

Hat destnîşankirin ku ew şandeya Parlamentoya Kurdistanê dê îro biçe Rojava. Di şandeyê de ji PDKê Amîna Zikrî, ku seroka şandeyê ye, ji YNKê Zana Ebdulrehman û ji Tevgera Goranê jî Şêrko Heme Emîn cih bigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1130 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:22:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x