Pişka Ragehandinê ya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh (Pêncşem, 09.01.2025) li ser tora civakî Facebookê parve kiriye, “Alîkariyên artêşa Almanyayê ji aliyê Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Thomas Ritter ve radestî Wezareta Pêşmerge û Birêveberiya Giştî ya Mîreya Serbazî hatin kirin.”
Çavkaniya navbirî amaje jî daye, “Ew alîkarî, bi amadebûna Cîgirê Serokerkanê Îdare û Mîre Lîwa Rukin Hoşmend Heyder Reşîd û Cîgirê Birêveberiya Mîreya Giştî Emîd Ferman Zirarî, ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatine wergirtin.”
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Ew alîkarî û pêdivîtî ji aliyê Birêveberiya Mîreya Giştî ve li ser bingehên esnada Dihok û Silêmaniyê tên parvekirin