Sernivîskarê Kovara Topzavayê û çalakvanê dosyaya Enfalê Hîmen Hesîb ji ajansa Rûdawê re got, "Di goran de laşên wan kesan hene ku di dema Enfalê de bi sedema nexweşî, birçîbûn an jî îşkenceyê canê xwe ji dest daye."
Hîmen Hesîb bi xwe li ser dosyeyê lêkolîn kiriye got, "Gor ne bikom in, belkî takekes in, lê em piştrast bûne ku ew Kurd in ku ji tiba dadî ya Kerkûkê bi fermana parêzgarê wê demê yê Kerkûkê wekî bênasname li wê goristanê hatine veşartin."
Li Başûrê Kurdistanê Enfal bi 8 qonaxan hat cîbicîkirin.
Xelk ji deverên cuda yên din ên Kurdistanê dibirin Topzawê û li wir vediqetandin; jin û zarok dibirin Dibiz û paşê jî bo Tekrîtê, kal û pîr dişandin Nigre Selman, ciwan jî radestî çolên Semawê û Erêrê dikirin.
Hîmen Hesîb dibêje, "Sê meh in ku li ser gorên kesûkarên Enfalkiriyan li sînorê parêzgeha Kerkûkê lêkolînê dikin; doh bi alîkariya sê hevalên din me karî wê goristanê li Kerkûkê bibînin ku hejmarek laşên Enfalkiriyan tê de hene.
“Goristan ji 100 donim erd pêk tê”
Li gorî gotina vî çalakvanê warê Enfalê, goristan dikeve devereke dûr li derdora gundê Topzaweyê ku ji nêzîkî 100 donim erdê pêk tê û zêdetirî hezar gorên bêkêl tê de hene.
Li gorî agahiyên vî çalakvanî, ji sedî 80ê goran de laşên Enfalkiriyan ên Kurd hene.
Biryar e nîvroya îro, li serbazgeha Topzaweyê ya Kerkûkê di konferanseke rojnamegeriyê de agahiyên zêdetir li ser goran werin eşkerekirin.
Di 8 qonaxên Enfalê de nêzîkî 182 hezar Kurd hatin komkujkirin. Enfal li Germiyanê di 14ê Nîsana sala 1988an de dest pê kir û ev roj jî wekî salvegera vê êrişê li Başûrê Kurdistanê hatiye destnîşankirin û tê bibîranîn.
Enfal ji aliyê Îraq, Brîtanya, Swêd, Norwêc û Koreya Başûr ve wekî komkujî hatiye naskirin.
Lêkoler û siyasetmedar li ser wê baweriyê ne ku mirov dikare karên zêdetir bike da ku hejmareke zêdetir a welatan bi tawanek wekî komkujî nas bikin.
Di kampanya Enfalê de ji bilî kuştina bi sed hezaran hemwelatî, nêzîkî 4500 gund jî hatin wêrankirin.