Kerkûk: Ji piştî 16ê Cotmehê ve 142 post ji Kurdan hatine standin

Ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve, ji bilî dagîrkirina xaka Kurdistanê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, tenê li parêzgeha Kerkûkê 142 postên îdarî û ewlehiyê ji Kurdan hatine standin

12.09.2023, Sal - 08:21

Kerkûk: Ji piştî 16ê Cotmehê ve 142 post ji Kurdan hatine standin
Nuçe Belav bike

Ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve, ji bilî dagîrkirina xaka Kurdistanê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, tenê li parêzgeha Kerkûkê 142 postên îdarî û ewlehiyê ji Kurdan hatine standin.

Kurd li hêviya guhertinê ne û hewl didin mafên xwe bidest bixin, ji bo wê jî li benda hatina komîteya Bexdayê ne, ku di civîna dawî ya serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û nûnerên Kurdan de biryar li ser hat dayîn.

Welatiyên Kurd dibêjin, ew kêşeyên ku li Kerkûkê çêdibin bi plan tên kirin, ji ber wê jî daxwaza guhertina postên îdarî û ewlekarî yên Kerkûkê dikin.

Roja 2ê Îlonê li Kerkûkê di encama gulebarana xwepêşanderên Kurd de, 4 kes hatin şehîdkirin û çend kes jî birîndar bûn. Biryar e Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê û komîteyek bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên serdana Kerkûkê bikin. Ji bilî lêkolîna aloziyan û sedemên wan, dê biryara guhertina çendîn postên îdarî û ewlehiyê jî bidin.

Parlamentera Iraqê Necwa Hemîd Kakeyî ji ajansa K24ê re got: "Biryara guhertinê dê di hemû postên Kerkûkê dê were kirin. Divê hevsengî di navbera pêkhateyan de hebe.”

Hejmara giştî ya postên ku ji 16ê Cotmeha 2017an ve li Kerkûkê ji Kurdan hatine standin, 142 post in û yên herî girîng ev in: Parêzgarê Kerkûkê, Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê, Rêveberiya Çandiniyê, Serokatiya Zanîngeha Kerkûkê, Qaymeqamê Daqûqê û Qaymeqamê Dubizê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:36:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x