Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê: PKKyê teqîna li Hewlêrê kir

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku teqîna li ser pira peyayan a li ser cadeya 60 Metrî ya Hewlêrê “kiryareke terorîstî” ye û ji aliyê “PKKyê ve hatiye kirin.”

12.09.2023, Sal - 07:21

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê: PKKyê teqîna li Hewlêrê kir
Nuçe Belav bike

1ê Îlonê seat 18:29an de li ser pireke peyayan a li ser cadeya 60 Metreyî ya Hewlêrê teqînek çêbûbû.

Di teqînê de ti ziyaneke canî çênebû lê pirê xesar dîtiye.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser teqînê daxuyanniyek belav kir.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ev teqîn wekî “kiryareke terorîstî” bi nav kir.

Herwiha konseyê da zanîn ku 1 kîlo teqemeniya destçêkirî ya PETN bûye sedema teqînê.

“Endamê Tevgera Azadiyê ya girêdayî PKKyê ye”

Li aliyê din Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir navê kesê ku bombe daniye ser pirê Z.C.X. ye û ji nahiyeya Tekyeyê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê ye.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê got ku Z.C.X endamê Tevgera Azadiyê ya girêdayî PKKyê ye û bi vê armancê hatiye Hewlêrê û piştî teqînê dîsa vegeriyaye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî xala sêyem a madeya duyem a qanûna têkoşîna li dijî terorê dadgehê biryar daye ku Z.C.X. bê desteserkirin.

Herwiha hat diyarkirin ji ber ku bûyer li Hewlêrê çêbûye dadgehê ji aliyên pêwendîdar ên Silêmaniyê xwestiye ku tohmetbar bê girtin û radestî dezgehên ewlehiyê yên Hewlêrê bê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:39:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x