Konsulê Giştî yê Amerîkayê mêvandariya çend berpirsekî Asayîşa Herêma Kurdistanê kir

Li Hewlêrê Konsulê giştî yê Konsulxaneya Amerîkayê Irvin Hicks, li cîhê ku lê dimîne mêvandariya hejmarek berpirsên asayîşa Herêma Kurdistanê kir.

13.09.2022, Sal - 10:03

Konsulê Giştî yê Amerîkayê mêvandariya çend berpirsekî Asayîşa Herêma Kurdistanê kir
Nuçe Belav bike

Îro 13.09.2022yê pêgeha konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ragehand: ‘’Konsulê giştî yê konsulxaneya Amerîkayê Irvin Hicks, li cîhê xwe yê manê li Enkawa ya Hewlêrê mêvandariya hejmarek berpirsên asayîşa Herêma Kurdistanê kir. Di mêvandariyê de nûnerên beşa asayîş, siyasî, aborî, yasayî û leşkerî yên konsulxaneyê jî beşdar bûn û rûniştin taybet bû li ser hemahengiya di warên asayîş û qahîmkirina yasa de.’’

Konsul Irvin Hicks hevbeşiya bihêz a navbera Amerîkayê û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û di heman demê de mêvanên xwe vexwandin ji bo demekî xweş derbas kirinê ya guhdariya mûzîka caz û xwarin û ceribandina xwarinên Amerîkî jî.

Amaje bi wê yekê jî hate kirin ku: Beşek piraniya mêvanan got, ku ev yekem care serdana konsulê giştî dikin li mala wî de, lê bêguman dê ne cara dawî be.

Konsulxaneya Amerîkayê teqez kir: Hemahengiya me li gel berpirsên Asayîşa Herêma Kurdistanê alîkar dibe ji bo xizmet kirina bi asayîşa netewî û herêmî û baştir kirina rewşa selametiya giştî ya rûniştvanên Herêma Kurdistanê. Herwaha beşek jî dê tekoşîna dijî terorîstan de be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x