Konsulê Giştî yê Brîtanyayê: Serdana Mesrûr Barzanî bo Londonê bernameya me destnîşan kir

David Hunt behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê kir û ragihand, "wê serdanê bernameya me ya kar destnîşan kir".

27.05.2022, Cum - 07:07

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê: Serdana Mesrûr Barzanî bo Londonê bernameya me destnîşan kir
Nuçe Belav bike

David Hunt ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Pêwendiyên navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê ji hemû deman kûrtir û bihêztir in. Em her roj bi awayekî berdewam li konsulxaneyê dixebitin, da ku em bizanin di çi warî de dikarin hevkar û hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin, da ku em zêdetir bi hev re bixebitin û pêwendiyên xwe berfirehtir bikin.”

Hunt eşkere kir: “Serdana vê dema dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê, ajendayek ji bo me destnîşan kir, da ku em bizanin di nava çend salên bê de çi bikin ku pêwendî û hevkariyên xwe kûr bikin.”

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê herwiha da zanîn: “Hejmarek kompaniyên gelek baş di warê otomobîl û xwarin û vexwarinê de li Herêma Kurdistanê ne. Em dixwazin kompanên zêdetir ên Brîtanî li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin. Ez hemû hewldanên xwe dikim û wan han didim, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî em gelek ji nêz ve li ser vê mijarê dixebitin, bi taybetî ez dixwazim çend kompaniyên Brîtanî yên di warê perwerdehiyê de vexwînim, da ku em hevahengiyekê di warê perwerdehî û xwendina bilind de ava bikin, çimkî di wî warî de derfetên karkirinê zêdetir hene.”

Di beşeke din a avaftina xwe de derbarê Pêşmerge de got: “Karekî erênî ye ku Brîtanya ligel hevbeşên xwe yên weke Amerîka, Holanda û Almanyayê ji nêz ve ligel Pêşmerge di çaksaziya sektora serbazî de dixebite

K24
Vî nûçeyê tevayî: 449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:06:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x