Kosret Resul: Pêşmerge nayên vekêşan

Cîgirê serokê herêma Kurdistanê ragehand; li gorî rêkevtina Hewlêr û Bexda, pêşmerge ji deverên nû rizgarkirî nayên vekêşan.

07.01.2017, Cts - 12:16

Kosret Resul: Pêşmerge nayên vekêşan
Nuçe Belav bike

Di hevpeyvînekê da digel dengê Amerîka, Kosret Resûl Elî got: ew deverên pêşmerge rizgarkirîn, bi çi rengan jê nayên vekêşan, ji berku ew dever Kurdistanî ne û li gorî destûrê Îraqê deverên kêşe li serin,ku pêştir jî rêkevtin di navbera Hewlêr û Bexdayê da hatîye kirin û li gorî rêkevtinê, pêşmerge ji deverên nû rizgarkirî nayêne vekêşan, lê zêdetir pêşveçûnê jî nakin.

Da zanîn jî: alîyên sîyasî ç kêşeyên mezn nînin ,ku neyên çarekirin, belku dişîyan daye hemû kêşe bi danustandin bên çarekirin û Kurd xwe bo piştî şerî Daişê berhev bikin, ji berku yekgirtina Kurdan, dê Kurdistanê bighîne armanca mezin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x