Kurd ji bo serxwebûnê diçin Bexdayê

Şanda ku dê biçe Bexdayê, ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Goran, Yekgirtû, Komel, Tirkmen, Kildan û ji Aşûriyan pêk tê.

22.01.2017, Paz - 07:55

Kurd ji bo serxwebûnê diçin Bexdayê
Nuçe Belav bike


Li gor nîçeya Rudawê; ji bo axaftina mijara serxwebûna Kurdistanê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.

Şanda ku dê biçe Bexdayê, ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Goran, Yekgirtû, Komel, Tirkmen, Kildan û ji Aşûriyan pêk tê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Divê bê axaftin ku dê siberoja vî welatî çawa be û dê çawa bê rêvebirin. Him bi xweserî û him jî bi federalî me nekarî li vî welatî bi hev re bijîn. Nexwe niha dê çawa be?”

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibêjim ku em dikarin bibin du dewletên cuda û du cîranên baş. Şanda me ji bo axaftina serxwebûnê, diçe Bexdayê.”

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand, “Şanda hikûmetê, ji her pênc partiyên siyasî pêk tê û herwiha nûnerên Kildan, Aşûrî û Tirkmen jî hene.”

Hate eşkerekirin ku biryara pêkanîna şanda navborî, di civîna PDK û YNKê de hatiye dayîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdanên xwe yên Bexdayê de, mijara serxwebûnê ji berpirsyaran re bi awayekî fermî ragihandibûn, lê belê ev şand, di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dê hevdîtinên bo serxwebûnê pêk bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x