Ji damezênerên AKPê û Cîgirê Serokwezîrê Berê Abdüllatif Şener, ji axivî û referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê weke “daxwaza gel” bi nav kir. Şener diyar kir ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê ji Tirkiye û herêmêre ne rîsk û metirsî ye.
Ji damezênerên AKPê û Cîgirê Serokwezîrê Berê Abdüllatif Şener, ji Heftenameya Basê re di derbarê rojev û pêvajoya referandûma Serxwebûna Kurdistanê de hinek nirxandin kir.
Hûn di derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de ku 25ê Îlonê pêk hat, çi difikirin?
Herkes dibîne ku li wê herêmê dewleteke Kurd bi awayekî fîîlî ava bûye. Referandûm jî ragihandina daxwaza gel ya vê rewşa fîîlî bû bo hemû cîhanê. Divê wisa lê bê nêrîn, ev daxwaza gelê wê derê bû. Dewleta Kurd ji bo tu welatan nabe rîsk. Heta wê ji bo Tirkiyeyê di her warî de baştir û bi sûdtir be jî.
Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ku beriya referandûmê gelek baş bûn, bi pêkanîna referandûmê berovajî bûn…
Belê, piştî referandûmê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Herêma Kurdistanê re xera bûne. Berî pêkanîna referandûmê di her warî de di navbera her du aliyan de pêwendiyên xurt hebûn. Ya girîng ew e ka çima ev têkilî ne weke berê ne û xerab in.
Çima wisa lê hat?
Ev rewş ji ber helwesta siyasiyan derket holê. Di serî de Serokkomar Erdoğan di çarçoveya ewlehiyê de li vê mijarê nêrîne û weke rîsk dîtine. Di axaftinên wî de xuya ye ku bêyî bi wî bişêwirin biryara referandûmê hatiye girtin. Ji ber wê yekê gelek tund diaxive. Daxuyanî û helwesta Erdoğan ne tenê Kurdên li Herêma Kurdistanê, gelek alî aciz kirine. Li Tirkiyê gelek kes ji vî şêwaza wî aciz in. Tevî ku têkiliyên wê ne di asteke baş de jî bûn, li gel Îraq û Îranê ket nava danûstandin û tifaqan û hin mueyîde pêk anîn.
Sedema sereke ya pêkanîna mueyîdeyan ji bo her sê welatan jî heman e?
Dibe ku sedem ji bo her sê welatan ji hev cuda bin. Dibe ku nêzîkbûna Erdoğan û ya Îran û Îraqê ne weke hev bin. Lêbelê xuya dike ku her sê jî li dijî vê referandûmê ne û ji ber wê yekê ji bo ku ev rewş pêşdetir neçe ketine nav pêkanîna fişar û mueyîdeyan. Helwesta Erdoğan di çarçoveya ewlehiyê de ye û her wiha hişmendiyeke wisa ava dikin ku tevî ku têkilî ligel Tirkiyeyê baş bûn çima mijara referandûmê ji Erdoğan jî nehat pirsîn û li gel wî jî nehat şêwîrîn. Hişmendiyeke wisa ava dikin.
Herêma Kurdistanê ji bo referandûmê mecbûr e ku destûrê ji Tirkiyeyê bixwaze?
Herkes wê bersiveke cuda bide vê pirsê. Ez lî gor dîtinên xwe dibêjim ku li Tirkiyê him partiyên siyasî û him jî beşeke nivîskar û şîrovekaran gelek aciz bûne ji referandûmê.
Biryara Kurdan a Referandûmê çima Tirkiyeyê aciz dike?
Li gorî min pêwîstî bi vê acizbûnê nîn e. Ez ne di wê baweriyê de me ku wê Kurdistana serbixwe ji bo ewlehiya Tirkiyeyê rîsk be. Kurdistan ne metirsî ye bo Tirkiyeyê.
Hûn çima wiha difikirin?
Li Tirkiyeyê hejmareke zêde ya welatiyên me yên Kurd heye. Ev entegreyî Tirkiyeyê bûne û belavî her aliyê Tirkiyeyê bûne. Tirkiye, ne mîna Sûriye, Îran û Îraqê ye. Rewşa Tirkiyeyê ji ya van welatan cihê ye. Li Tirkiyeyê divê ji bo bilidkirina standardên demokrasî û aboriyê hewldanek hebe û welat ji rojhilat bigire heta rojava divê proseyeke ji bo yekitiyê hebe. Ji ber wê yekê ez ne di wê baweriyê de me ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê di warê ewlehî de ji bo Tirkiyeyê kêşe be.
Jibilî warê ewlekariyê di tu warên din de ji bo Tirkiyeyê rîsk hene?
Referandûma serxwebûnê di warên din de jî ne rîsk e. Referandûm di warên aborî, siyasî, çandî û yên din de jî ne rîsk û talûke ye.
Li gorî we berovajî rewşa niha divê Tirkiyeyê çi bikira?
Diviyabû Tirkiyeyê ev bikirana; Beriya her tiştî divê bi baldarî û şêwazeke baştir axaftin li ser vê mijarê bihata kirin. Divê siyasetmedar nekevin nav gotinên ku welatiyên xwe jî pê aciz dike. Divê yên hatine hilbijartin, dilê hilbijêrên xwe nehêlin û wan aciz nekin. Siyaset ev e. Di demokrasiyên pêşketî de em vê yekê dibînin. Mînak; Navbera Almanya û Tirkiyeyê niha ne baş e lê siyasetmedarên Alman, ji bo ku dilê welatiyên Tirk nehêle, bi baldarî diaxive û ev bo xwe weke prensîb jî bicî kirine. Ev li her derê heye. Lê li Tirkyeyê di vî warî de hesasiyetek nîn e. Ev şaş e. Têkiliyên Kurdistan û Tirkiyeyê, di berjewendiya her du aliyan de ne.
Ev pêkan e?
Tirkiye xwedî kevneşopiyeke dewletê ya kevn e. Di Rojhilata Navîn de heta radeyekê standarda demokrasiyê bilind kiriye. Di warê dahata netewî û aboriyê de heta astekê hatiye. Ji ber vê rewşa xwe dibe ku hesasiyetên ku ji ber referandûma serxwebûna Kurdistanê derketine holê kontrol bike. Ji bo ku ev rewş veneguhere tundî, pevçûn û aloziyên nû wê hewl bide. Li gorî min divê Tirkiye wiha bike. Bi vî awayî em dikarin bi awayekî baş û bihêvî li dahata her du aliyan binêrin.
Helwesta Tirkiyeyê wê wisa berdewam bike?
Li gor min, divê wisa neyê nirxandin ku bûyer û rewş wê li ser van gotinên Tirkiyeyê berdewam bike. Rast e, Tirkiye bertekeke tund nîşan da lê ev nayê wê wateyê ku wê wisa berdewam bike. Ji ber wê yekê ez di wê baweriyê de me ku têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê wê her tim baş bin û rewşa niha jî wê bê telafîkirin.
Hûn di wê baweriyê de ne ku di navbera Kurd û Tirkan de veqetînek çêbibe? Telafîkirina şaşiyên îro di navbera her du gelan de mimkun e?
Li Tirkiyeyê Kurd û Tirk cebirîne, bûne yek wicûd. Dema ku mirov li herêmê binêre, wê bê dîtin ku Tirk ji bilî Kurdan nikarin baweriya xwe bidin tu kesî. Em bi Kurdan re mezin bûne. Heval û der û dor tev Kurd in. Ya girîng e ew e ku em di nav vê dewletê de miletê xwe kêfxweş bikin. Bi gotinên serkirdeyan divê nifaq nekeve navbera gelan. Ev siyasetmedar dikarin gotinên xwe telafî jî bikin. Divê biratiya Kurd û Tirkan têk neçe û tu kes nikare xerab bike.
Lê daxuyaniyên Erdoğan ên ku digot ‘Eger Tir rawestin, ev nikarin nên bibînin’ û yên di derbarê Serok Barzanî de, di nava Kurdan de bûne sedema acizeyekê?
Ev gotin şaş in. Jixwe tehdîtkirina birçîhiştinê ne mirovî û ne jî îslamî ye. Dijmin jî be, eger birçîbûnek li holê hebe, divê alîkarî jê re bê kirin. Ji ber ku Kurdan referandûmek pêk anî, gef û gotinên bi birçîhiştinê berojavî îslamê ne jî.
We got referandûm ne gef e ji bo Tikriyeyê, gelo Kurdistana serbixwe wê bibe gef?
Bi dîtina min referandûma li Herêma Kurdistanê bi avakirina rêveberiyeke nû re eleqedar e. Ev ji bo Tirkiyeyê qet ne rîsk e. Ez weke ku miletekî xizm bo xwe dewleta xwe ava dike lê dinêrim. Divê Tirkiye jî di vê çarçoveyê de lê binêre û têkiliyên siyasî, aborî, çandî û hwd pêş de bibe. Divê weke neyartî û şikestinekê jî neyê dîtin.
Dema ku hûn di nava siyasetê de bûn jî hûn wiha difikirîn?
Di sala 1991an de jî, dema ku ez bi awayekî çalak di nava siyasetê de bûm jî, gava ku di derbarê Herêma Kurdistanê de digotin, ‘Kurd li wê derê dewletê ava dikin’, min her tim ji wan re digot, ‘Gelo çima ev we eleqedar dike, ava bikin wê ava bikin nekin jî nakin, ev meseleya wan e. Çima hûn ewqas di nav dijminatiyekê de ne li dijî wê derê. Herî zêde wê bibe cîranekî ku em pê re di nav têkiliyên baş de ne.’ Ji wan roja heta îro ez di heman nêrînê de me û dema ku ez lê dinêrim ez dibînim ku dîtin û sekna min rast e.
Hinek derdor Kurdistana serbixwe bi parçekirina umetê tawanbar dikin. Hûn li ser vê meselê çi difikirin?
Niha gelek dewletên Tirkan hene, hejmareke zêde ya dewletên Ereban hene. Hînd xwedî dewleta xwe ne û li Asyayê jî bi dehan dewlet hene. Ev hemû misilman in. Di Teşkîlata Îslamê de 57 welatên misilman hene. Yek jî xwedî li kêşeya alema Îslamê derneketiye. Ma umet bûye yek? Umet jî jixwe parçe parçe bûye. Ev jî radibin Serxwebûna Kurdistanê bi parçekirina umetê tawanbar dikin. Hişê mirov jî vê yekê qebûl nake. Divê bi baldarî ev li ber çavan bê girtin: Tirk, Ereb, Fars xwedî kîjan maf û hiqûqê bin, divê Kurd jî xwedî wan maf û hiqûqê bin û divê li vê yekê xwedî bê derketin. Kurd beşek in ji vê umetê. Bi wan gotinên din xwedî li umetê dernakevin.
Hûn tawanbarkirin û dijayetiya Herêma Kurdistanê di ser Îsraîlê re rasteqîn dibînin?
Di planên Îsralî yên ku salên 80yî de hatine amadekirin de, dabeşkirina dewletên herêmê bo parçeyên biçûk heye. Min her tim gotiye ku Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dewama vê stratejiya Îsraîlê ye û bi Bihara Ereban jî ev ket meriyetê. Lê min ev gotin li derveyî mesela Kurd kirin.
Çima?
Ji ber ku Meseleya Kurd li derveyî vê projeya dabeşkirinê ye. Li Herêma Kurdistanê bi salen e rewşeke fîîlî heye ku xwe birêve dibin. Hûn biçin ku derê jî hûn dê bibînin ku Kurd bûne miletek û daxwaza wan a dewletbûnê heye. Niha devera herî guncaw ji bo vê yekê jî Herêma Kurdistanê ye. Avabûna dewletekê li wê herêmê zirarê nade derdora xwe. Ji ber wê yekê rewşa Herêma Kurdistanê bi xwezayî meşiyaye û li derveyî van projeyan e. Ev dever ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo welatên din jî ne metirsî ye. Îraq di şerê yekem ê cîhanê de bi destê Îngîlîzan bi cedwelê hatiye çêkirin. Ez weke siyasetmedarekî, xwedîderketina li hestên xwe ya welatiyên me yên Kurd girîng dibînim.
Tirkiyeyê tezkere derxist,hûn îxtîmala midaxeleyeke leşkerî li dijî Kurdistanê çawa dîbinîn?
Ez bawer nakim ku operasyoneke leşkerî pêk were û naxwazim ku tiştekî wiha çêbibe jî.
Tirkiye û Îran li hemberî Kurdistanê di nav tifaqekê de ne. Li gorî we baweriya wan bi hev heye?
Heta demeke nêz jî ji Ebadî re hin tişt hatin gotin. Di meseleya Tirkiye û Îranê de alozî derket. Lê niha ji ber referandûmê ev rewş guherî. Li Rojhilata Navîn tu kes ji hev bawer nake. Li herêmê li derveyî baweriyê, tifaqên demkî pêk tên li van welatan.
Hûn slogana Serokê partiya nijadperest a Devlet Bahçeli ya ‘5 hezar dildar (ulkuvan) ji bo Kerkûkê amade ye’ çawa dinirxînin?
Ne gotineke hêjayî nirxandinê ye jî...